7 mamosteyên rûniştin hatin binçavkirin 2016-11-14 13:58:15 ENQERE - Endamê Egîtîm Sen'ê Acun Karadag, piştî hat îhrackirin, xwest li pêş dibistana xwe çalakiya rûniştinê pêk bîne. Polisan mudaxaleyî wî kir û ligel wî 6 kesên din binçavkirin. Di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) de bi hezaran mamosteyên endamê Egîtîm Sen'ê ji peyvirê hatin dûrxistin. Yek ji endamê Egitim Senê Acun Karadag piştî ji kar hat avêtin, li pêş Dibistana Halim Şaşmaz ku lê mamostetiyê dike xwest çalakiya rûniştinê pêk bîne. Endam û rêveberên 1'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqereyê jî piştgirî da çalakiyê. Piştî Acun û hevalên xwe xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin polîsan mudaxale kir û Acun Karadag û 6 hevalên wi hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Acun Karadag, Murat Kesme, Sultan Saygılı, Huseyin Saygili, Saniye Erenler Ozturk, Faruk Kok, Gîzem Arkan. Acun Karadag berî ku bê binçavkirin daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: "Di hemû zagonên cîhanê de dibêje li heqê xwe bigere. Lê hemû rêyên daraz û hieqûqê li pêş min girtin. Dibe ku baran, herî, berf min nexweş bike. lê ez ji xwe nexweşê romatizmayê me. Lê ev nexweşiya min zerarê nade kesî. Ez heta mafê xwe bi dest bixim ez dê rûniştina xwe berdewam bikim. Berê jî Nuriye Gulmen, ku li kolana Yukselê 4 rojan çalakiya rûniştinê pêk anîbû 4 caran ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.