Ber bi Şirnexê ve sewqiyata leşkerî 2017-03-13 20:03:30 ŞIRNEX - Ji Cizîrê ber bi Şirnexê ve konvoyeke zêde ya leşkeri hat sewqkirin. Ji navçeya Cizîrê konvoyek mezin a leşkerî sewqî navenda Şirnexê hat kirin. Konvoya leşkerî ji nêzî 20 wesayîtên zirxî yên bi navê "Kirpî" pêk dihat û ji bo sewqiyatê rêya bajaroka Qesrikê heta demekê ji trafîkê re hat girtin. Konvoya leşkerî derbasî 23'emîn Tumena Sînor a Cendermeyan a Şirnexê bû.