Walîtiya Mêrdînê, Parlementera HDP'ê Yildirim ji protokolê derxist 2017-03-13 20:59:53 MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, di malpera înterneta xwe ya fermî de ji beşa "Parlementerên me" navê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a girtî derxist. Walîtiya Mêrdînê, di malpera înterneta xwe ya fermî de ji beşa "Parlementerên me" navê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a girtî derxist. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, li Meclîsê da bibersivîne pêşniyaznameyek berpêşî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kir. Di pêşniyaznameyê de ev pirs cih girtin: “*Hayê we ji van binpêkirinên mafan ên li Parlementera Mêrdînê Birêz Yildirimê tên kirin hene? *Ev be cudabûne? * Birêz Yildirim di serdemên 24, 25 û 26'emîn de bi dengên gel hatiye hilbijartin. Gelo ji bo çi navê wê di malpera înternetê ya fermî ya Walîtiya Mêrdînê de cih nagire? *Gelo hûn difikirin ku der barê van kesan de lêpirsînê bidin destpêkirin? *Navên di rûpela înternetê Walîtiya Mêrdînê û rêzkirina wan li gor kîjan krîteran tên diyarkirin? *Gelo bi ya we ji aliyên kesên tayînkirî nehsibandina kesên hilbijartî û di rûpelên fermî yên dewletê de cihnegirtina navê parlementerên gel ew hilbijartine rast e yan na?