Nivîskar Forta: Dewlet dibêje 'Erê' lê dê gel bibêje 'Na' 2017-03-14 09:07:41 KOCAELÎ- Nivîskar Bulent Forta, diyar kir ku ligel hemû çewisandin û newekheviyan dê gel destûra rejîma yekzilamî nede û wiha got: "Dewlet dibêje 'Erê', lê dê gel bibêje 'Na'." Nivîskar Bulent Forta, pêvajoya referandûma 16'ê Nîsanê nirxand û got, heke ev guherandin bê qebûlkirin dê hemû rêgezên demokratîk ji holê bên rakirin û dê rejima yekzilamî ya niha bi awayekî fiîlî tê sepandin têkeve dewrê. 'JI BILÎ DEMOKRASIYÊ TU ŞENSEK ME TUNE YE' Forta, diyar kir ku guherandina heyî li dijî demokrasiyê ye û got, her madeyeke wê destkeftiyên demokratîk hedef digire û wiha domand: "Li Tirkiyeyê di dema çareserkirina pirsgirêkan de jibilî demokrasiyê tu şenşekî me tune ye. Ev jî nîşan dide ku divê bi awayekî zelal em bibêjin 'Na'. Em wisa difikirin ku guherandina Qanûna Bingehîn dê rê li ber dîktatoriyê vebike, ji bo wê em dibêjin 'Na'." 'RAWESTANDINA LI DIJÎ AKP'Ê DEYNEKÎ WIJDANÎ YE' Forta, dest nîşan kir ku AK Partî ber bi zalimbûnekê ve tê kişandin û wiha domand: "Dema em îro rojnamegerên ji ber fikrên xwe tên girtin, mirovên bi şidet polîsan tên birîndarkirin û kuştin difikirin, em dibînin ku AKP mazlûman naparêze. Bereksê wê, di weziyeteke zilimkariyê de ye. Kesên dixwazin pergaleke adil ava bikin, divê li dijî AKP'ê rawestin, ev deynekî wijdanî ye." Her wiha Forta, dest nîşan kir ku heke "Erê" derkeve, dê rejîma yekzilamî ya niha bi awayekî fiîlî tê sepandin bi temamî têkeve dewrê. 'DÊ GEL DESTÛRÊ NEDE' Forta, anî ziman ku ji bo "Na"yê gelek sedem hene, lê ji bo "Erê" tu sedem tune ne. Forta, dest nîşan kir ku dê gel destûra vê pergala tê xwestin bisepînin nede û wiha got: "Kesên dixwazin vê referandûmê wiha pêk bînin, dê wek abîdeyeke bêedaletiyê di dîrokê de cih bigirin. Bi derfet, balafir, sermaye û çapemeniya dewletê dixwazin rejîma xwe ava bikin. Lê yê ku biryarê dide gel e û dê vîna gel van çewisandinan têk bibe." Forta wiha domand: "Her wiha em bi wê bawerin ku zilm demborî ye. Ji ber vê em bawer dikin ku dê gel bi ser keve. Ev referandûm li ser bêedaletiyê tê meşandin. Dewlet dibêje 'Erê', lê dê gel bibêje 'Na'. Hûn çi qas êrîş bikin bikin, lê dê heqîqet bi awayekî di qulê re xwe berde. Dê li vir jî ev pêk bê. Wisa difikirim, li gel hemû çewisandin û pêkûtiyan jî dê gelên Tirkiyeyê destûra rejîmeke wisa nedin."