Prof. Dr. Aktar: AKP riyên ji qutbûna rojava digere 2017-03-14 09:08:08 STENBOL - Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Cengîz Aktar, diyar kir ku ev demeke dirêj e ku AK Partî riyên veqetîna ji rojava digere. Aktar, bal kişand ser krîza di navbera Tirkiye û Hollandayê de û got, ev jî nîşan dide ku dixwaze ji nav YE'yê derkeve. Pisporê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Cengiz Aktar, rageşiya di navbera Tirkiye û Hollandayê de û pêvajoya referandûmê nirxand. Aktar wih axivî: "Têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re, têkiliyên bi Konseya YE'yê re, têkiliyên bi AGÎT'ê re... Yanî bi awayekî aşkera tê dîtin ku bi hemû saziyên Ewropayê û têkiliyên bi welatên Ewropayê re hisûmetek heye, dijraberiyek heye. Her hal ev ê wisa bidome, yanî wisa dixuyê. NATO wek pirsnîşaneke zaf girîng disekine. Yanî, êdî tenê dê têkilî bi NATO'yê re hebin." Aktar, diyar kir ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê yên derveyî welat bi navê kampanyaya hilbijartinê tiştek tune ye û got, di Qanûna Hilbijartinê de tiştekî wisa tune ye. Aktar, dest nîşan kir ku çûyîna wezîran a Ewropayê de esasê xwe de ji bo tertîpkiirna dengê "Erê" ye. Aktar, li dijî pênasekirinên "Nazî" û "Faşîst" ên ji aliyê Serokomar Erdogan û wezîrên AK Partiyê tên kirin bertek nîşan da û wiha domand: "Kî tê ber wan, wan bi "Nazî" û "Faşîst"ê tawanbar dikin. A rast bi vê pênasekirinê beriya her tiştî kesên di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bûn qurbanên naziyan biçûk dixin û heqaretê li wan dikin. Ev ne tiştekî wisa hêsan e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de cihû, qereçî, roman, sosyalîst rastî tehdeya Nazîzîmê hatin. Divê mirov bi awayekî baldar bi kar bîne. Li tu deverê cîhanê ji bo welatiyên li derveyî welat kampanyaya hilbijartinê, li kuçeyan mîtîng nayên kirin. Heke li Fransayê hilbijartin hebe, mesela namzetên fransiz nikarin li Almanya an jî Îngîltereyê kampanyaya hilbijartinê bikin. Edeteke wisa tune ye." Aktar, diyar kir ku ew wisa difikire, vana hemû ji bo zêdekirina dengên "Erê" ne û wek sedema vê jî ev tişt gotin: "Ji ber ku rûmetê bin pê dike. 'Way wezîrê me dersînor kirin' filan û bêvan. Li aliyê din agirê rastgirên tund ên li Ewropayê jî gur dikin. ev tirsnak e. Ev tiştên dibin wehîm in. Ji ber hikûmeta AKP'ê Tirkiyeyê bi rê ve dibe, ji be rli derve ew temsîl dike, helbet ev mesele Tirkiyeyê eleqedar dike. Dersînorkirina wezîr, hema bêje li hemû welatên Ewropayê betalkirina civînên girseyî, helbet bi bertekeke berkesî bi awayekî neyînî tesîrê li dengên 'Erê' bike." 'LI VIR REWŞEKE ŞÎZOFRENÎ HEYE' Aktar dest nîşan kir ku, di navbera sepandinên li Tirkiyeyê û yên wezîrên AK Partiyî li Ewropayê rastî wan tên de paraleliyek heye û wiha axivî: "Lê li vir rewşeke şîzofrenîk heye. AKP'a ku naxwaze ev tişt lê bên kirin, ew bi xwe li welatê xwe dike. Ji ber vê tu baweriyek pê tune ye. Dema dibêje azadiya ramanê, azadiya ramana kê? Ma li cîhanê tenê ji bo AKP'ê azadiya ramanê heye? Bawerî bi vê nayê. Lê li ber çavê hilbijêrên AKP heye." Aktar herî dawî got, sedeme krîza di navbera Hollanda û Tirkiyeyê de, ew e ku Tirkiye dixwaze ji nav YE'yê derkve û got, tiştên diqewimin jî perçeyên vê ne.