Li vê bazarê reqabet tune ye 2017-03-14 09:10:01 MÛGLA - Hilberînerên Bazara Hilberîneran a Bodrûmê yên berên bêyî madeyê kîmyewî û bi temamî bi xwezayî hildiberînin, bêyî navbeynkar digihînin xirîdaran. Li vê bazarê, hilberînerên ku li gor rêgezên diyarkirî tevnegerin ji bazarê tên îxrackirin û her wiha di navbera hilberîneran de bi tu awayî reqabet tune ye. Li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê, Bazara Hilberîneran a Bodrûmê ku di Hezîrana 2014'an de ji aliyê Komeleya Tovên Herêmî ve hat çêkirin, wargeha hilberînerên ku hilberîniyeke adil diparêzin ne û li vê bazarê hilberîner berên xwe yên bi riyên xwezayî hilberandine digihînin xerîdaran. Her hefte roja Çarşemê li cihê bazara girtî ya Bodrûmê tê vedan û li vir hilberîner berên xwe difiroşin. Berên vê Bazara Hilberîneran a Bodrûmê, bi tu awayî amdeyên kîmyewî di xwe de nahebînin. HILBERÎNERÊN LI GOR RÊGEZAN TEVNGERIN TÊN ÎXRACKIRIN Yek ji hilberînerên Bazara Hilberîneran a Bodrûmê Huseyin Kizil, diyar kir ku hilberînerên li gor rêgezên bazarê tevnegerin cihê wan li bazarê tune ye û wiha axivî: "Rêgeza me ya yekemîn ew e ku, hilberînerên me berên xwe bifiroşin. Hilberînerên me yên venêrînê qebûl nakin jî, ji bazarê tên îxrackirin. Em bal didin hilberîniyeke bê derman. Di nav me de bi tu awayî cihê hilberînerên ku bi feraseta 'Ez dixwim namirim, dê muşterî jî nemire' tune ye. Ji ber vê me gelek hilberîner ji bazarê îxrac kirin." Kizil, dest nîşan kir ku ew bi tovên ji bapîr û dapîrên wan mayî hilberîniyê dikin û got, teqez ew li dijî hilberîniya bi tovê hîbrîtî ne û wiha got: "Bapîr û dapîrên me çawa hilberîniyê dikirin, em jî wek wan dikin." Kizil, diyar kir ku ew girîngiyê didin pêşveçûyîna cotkarên herêmê û ew berên li herêmê tên hilberandin berpêşî bazarê dikin. Kizil, diyar kir ku bêyî navbeynkarek hebe, ew berên xwe dibin bazarê û got, xerîdar ji berên wan menûn in, lê belê ew di dîtina cotkarên ku hilberîniya bê gubre û derman de rastî zehmetiayn tên. ‘BAWERIYA XERÎDARAN BI ME TÊ' Turceyin Akar ê berên xwe yên li gundê Mûmcûlara Bodrûmê hildiberîne û tîne Bazara Hilberîneran a Bodrûmê jî wiha got: "Bi piranî kesên nexweş û xerîdarên dibêjin 'Em naxwazin nexweş bikevin' tên vê bazarê. Em bi tu awayî ji mêwefiroş û bazara çarşiyê beran nakirin û danaynin ser dezgehên xwe. Em berên xwe şeva Sêşemê amade dikin û roja Çarşemê jî tînin bazarê. Yanî em beriya wê bi hefteyekê amade nakin. Baweriya xerîdaran bi me tê." ‘DI NAVBERA ME DE REQABET TUNE YE' Akar wiha domand: "Em li vir hînî hezkirina dar, daristan û kulîlkan bûn. Li daristanê dijiyam, lê hay ji heza daristanê tune bûm. Pêwendiya li vir hayjêhebûnê li min peyde kir. Li gor hin mirovan mebesta vê bazarê pereqezenckirin e, lê li gor me ne wiha ye. Divê xerîdar ji bo hilberîneke adil bên vê bazarê. Her wiha di warê buhayan de jî, em ne xerîdaran mexdûr dikin û ne jî xwe. Di navbera me de reqabet tune ye, buhaya berên me hemûyan yek e." 'EZ HEZÊ DIGIHÎNIM' Hilberînera bi navê Ayşe Kocabey a li zeviyekî 5 donimî çandiniyê dike, dest nîşan kir ku ew li ser dezgeha xwe bi tu awayî cih nade berên ku di demsala xwe de şîn nayên û got, ew berên havînê jî hişk dike û paşê berpêşî xerîdaran dike. Kocabey, diyar kir ku gihayên ku ew berhev dike teze ne, ji deverên ku dûrî riyan e û gaza egzoza wesayîtan daxilî wan nebûye tîne. Kocabay, diyar kir ku ew gihayên kulîlk vekirine jî berjev nakin û wiha got: "Ez hemû dema xwe bi eşq ji bo baxçeyê xwe vediqetînim. Berên ku bi hezê hildiberînim, li vir bi hezê berpêşî xerîdaran dikim." Gulergul Agaçarasi jî diyar kir ku ew zeytûn, gûz, hunguv ê li quntarên Çomakdagiya Mîlasê tîne bazarê û got, ew li gora pêdiviya xwe çandiniyê dikin. Agaçarasi wiha axivî: "Mebesta min ew e ku nifşên nû hînî berên xwezayî bibin. 60 salî me. herî zêde 5-6 salên din bijîm, lê naxwazim ciwan jehrî bibin, ji ber vê ez li vir im. Berê ji ber me gubre bi kar dianî me gelek ber bi dest dixistin. Lê belê ji ber me dev ji gubre berdaye, hilberîniya me nêvî nêvî bûye. Bila be, bila kêm bibe, lê tenê bila paqij be."