18 girtî ji Sêrtê sewqî Bandirmayê kirin 2017-03-14 10:41:34 SÊRT - 18 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Bandirmayê hatin kirin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ku hertim sewq tênkirin 18 girtiyên din jî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Bandirmaya Balikesîrê hatin kirin. Ji ber sewq bêyî agahî hatin kirin parêzer û malbatên girtiyan dema çûn hevdîtinê hînbûn ku girtî hatine sewqkirin.