Medya sefera ‘Hacliya Duyemîn' da destpêkirin 2017-03-14 10:59:37 ENQERE - Medya îktidarê ku beriya hilbijartina 7'ê Hezîrana di manşetên xwe de “Cîhada li dijî îktîdara Haçliyan" dabû destpêkirin, niha jî beriya referandumê bi kurbuna kîrza di navbera Tirkiye û Ewropa de jî dîsa heman ziman bikar anîn. Krîza Hikûmeta Ewrpoa ya bi Almanya û Holanda dest pê kir bi welatên ewropa re kûr dibe. Medya nêzî îktîdara AK Partiyê li dijî hemû kesên dibêjin "Na" dîsa heman zimanî bikar tîne û wekî "Hêza Haçliyan" pênase dike û li djî wan cîhad da destpêkirin. Rojnameya Starê duh bi ser navê “Hollanda sînor derbas kirin" derket û îro jî bi sernavê “Tirsa Erdogan" derket. Rojnameya Sabahê jî muxalef kir hedef û bi sernavê “Hollandayiyên di nava me de" derke. Rojnameya Akîf jî bi ser navê “Yên dibêjin Na her dem gez dikin" derket û kesên dibêjin "Na" şiband kuçikan. Rojnameya Takvimê jî Serokdewletê Hollanda Rutte şiband kuçik û bi ser navê “İt is Rutte” çap kir. Rojnameya Guneş jî bi ser navê “Bê guman Erê" derket pêşberî xwînerê xwe û parast ku ji bo serxwebûnê ev yek pêwist e û bal kişand ser krîza Ewropa. Rojnameyên ku berî hilbijartina 7'ê Hezîranê li dijî HDP'ê û eniya demokratîk dest bi şer kirin, di êrîşa DAİŞ'ê ya di 5'ê Hezîranê de li diji mîtînga HDP'ê pêk anî wekî “Haclî û Cîhad" bi nav kirin. MHP WEKÎ ŞIRÎKÊ PKK'Ê ÎLAN KIRIBÛ Rojnameya Star ê di 6'ê Hezîranê de bi manşeta “îtîfaka bi Haçliyan re" avêt û şirîkê referandumê yê AK Partiyê MHP wê demê wekî şirîkê PKK'ê îlan kiribû. Rojnameyê wê demê 'Kurdên' wekî Orhan Miroglu û Abdurrahim Semavî dan axaftin û sernavê "Dengen biçin HDP'ê diçin hişmendiya Heçliyan" avêtibûn. Rojnameya Bulvar Guneş jî wekî Starê "Tirkiyeya nû Haçliyên nû" avêtibûn. Dîsa wêneyên Demîrtaş ên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn jî wekî Cuhiyên Kudistê pênase kiribûn û HDP wekî perçeyekî Haçliyan pênase kiribû. Rojnameya Yenî Aktî ku berê kurrdên li qadan kiribû hedef bi ser navê "Çeka PKK'iyan li kurdan dide" derket.