KDP'ê gule li meşvanên êzîdî reşand: Kuştî û birîndar hene 2017-03-14 12:29:12 ŞENGAL - Bi hezaran welatiyên ku ji Rojava û Şengalê hatin Xanesorê, meşiyan çeperên komên çekdar ên girêdayî PDK'ê. Çekdarên PDK’ê l ser girseya êzîdî gule reşandin. Di êdîşê de kesek jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Li gorî nûçeya RojNewsê Girseya gel a ku duh ji Rojava bi armanca piştgiriya berxwedana Şengalê hat Xanesorê, serê sibehê li bajarokê Xanesorê kom bûn. Li vir welatiyên ji Xanesorê, Serdeştê û gundewarên Şengalê jî tevlî girseyê bûn. Girseya ku li ber avahiya PADÊ’ê civiyan, alên YBŞ, YJŞ, PADÊ, TAJÊ, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ala Meclîsa Suryaniyan, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Meclîsa Êzidiyan, Mala Êzidiyan vekirin. Dema girse meşiya ser çeperen komên PDK'ê yên çekdar, komê li ser girseya meşvanan gule reşandin. hezaran kesên ku li bajaroka Xanesorê yê Şengalê meşiyan ber noqteyên komên çekdarên binavê pêşmergeyên Rojava yên girêdayî PDK’ê, rastî êrîşê hatin. Komên çekdar ku bi wesayitên zirxî rê girtibûn, bi gule û bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Welatiyan jî, li hemberî êrîşê bi dirûşmeyan bersiv dan. Di êrîşa çekdaran de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Nazê ku paşnavê xwe hîn nehatiye zanîn jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn. 9 kes bi bombeyên gazê yek jî bi gule birîndar bû.