Rêdûr Xelîl: Parastina sivîlan rêgezek mirovî û netewî ya YPG û QSD’ê ye 2017-03-14 13:11:37 NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî rastiya hemû derew û kampaniyeya reşkirinê yên dijî hêzên wan, derxist holê û wiha got: ”Rêgeza YPG û QSD’ê ya parastina sivîlên herêmên rizgarkirî, ji çavkaniya pêkanîna erkên netewî û mirovî, tê." Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya ji bo binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê de, hemû idîayên ku YPG û QSD’ê “Herêmê ji Ereban paqij dike”, derewandin. Konseyê got: “YPG û QSD’ê tu binpêkirin li Bakurê Sûriyê pêk neanîne. Di encama lêkolînên me de, me tu nîşane û delîlan ku YPG û QSD’ê welatiyên herêmê ji cih û warên wan derdixin. Di heman demê de me tu delîlên ku îsbat bikin YPG demografiyeya herêmê bighere, nedîin. Wek encamp, derket holê ku YPG’ê mafê tu koman li herêmê binpê nekiriye”. Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û daxuyaniya konseyê nirxand. Xelîl, diyar kir ku daxuyaniya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, rastiya hemû derew û kampaniyeya reşkirinê ya ku gelek aliyên muxalefeta Sûrî û dewleta Tirk li hember YPG û QSD’ê pêk dianîn, derxist holê. Rêdûr Xelîl wiha axivî: “Bi van idîayan dixwestin ku di navbera pêkhateyên herêmê de nakokî û şerê navxweyî derxin. Her wiha mayîna DAIŞ’ê li Sûriyê dirêj bikin û tewanên wan ên dijî gelê herêmê binixumînin.” Xelîl, di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser xebatên YPG û QSD’ê yên parastina ewlehiya şêniyên herêmên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û got: “Rêgeza YPG û QSD’ê ya parastina sivîlên herêmên ku ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin, ji çavkaniya pêkanîna erkên netewî û mirovî tê û xwe dispêre felsefeya van hêzan ku armanca wan a sereke avakirina welatek bi ewle û gelek azad e”. Berdevkê YPG’ê Xelîl anî ziman ku QSD û YPG’ê di nav 2 salên bûrî de dikaribû bi deh-hezaran mayînênu çeteyên DAIŞ’ê li herêmê çandine rake û bêbandor bike. Her wiha firehiyên bi qasî hezaran kilometer çargoşe ku sivîl lê dijîn, ji bermahiyên şer paqij kirin. Rêdûr Xelîl daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: “Ji bo vegerandina koçberan li warên wan, hêzên me bi gelek rêxistinên navnetewî re kordîne kirin û xebatên paqijkirinê meşandin. Ev xebat jî heya niha li hemû deverên ku ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin tên meşandin. Ev jî erkek me ya pêşberî gelê me ye.”