NY: YPG û QSD’ê tu binpêkirin li Bakurê Sûrî nekirine 2017-03-14 13:19:40 NAVENDA NÛÇEYAN – Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî, rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafan li Sûrî eşkere kir û got: “YPG û QSD’ê ti binpêkirin li Bakurê Sûriyê nekirine.” Di serî de Tirkiye û ENKS bi salan e ji bo reşkirina YPG`ê li qada navneteweyî ya ji destê wan hat kirin. Rapora Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî (NY) ku duh hat eşkerekirin, bersiv da îdîa û hewldanên reşkirina YPG.. Di raporê de wiha hat gotin: “Li herêma Minbic û Bendava Tişrîn rêxistina DAIŞ’ê gelek bombe bicih kirin. Hêzên QSD jî, ji bo ewlekariya û parastina jiyana mirovan tedbîr wergirtin. Di nava demeke kurt piştî misogerkirina ewlehiyê gavê pêwîst ji bo vegera sivîlan hatin avêtin.” Li ser îdîa û tewanbariyên ku dibêjin YPG “Herêmê ji Ereban paqij dike” jî Konseya Mafên Mirovan ev bersiv da: “Di encama lêkolînên me de, em rastî ti delîlan nehatin ku YPG û QSD`ê welatiyên herêmê ji cih û warên wan dike. Di heman demê de me ti delîl nedît ku destnîşan bike YPG wê demografiya herêmê bighere. Wek encamê YPG mafê ti koman binpê nekiriye.” NY YPG û QSD'ê tu binpêkirin li Bakurê Sûrî nekirine NY YPG û QSD'ê tu binpêkirin li Bakurê Sûrî nekirine.