Li gundên qexede lê hatine îlankirin ambargoya xurekan heye 2017-03-14 13:20:06 AMED - Ji ber "qedexeya derketina derve" ya li 18 gundên Licê 9 rojin didome, hat zanîn ku li ser welatiyan ambargoya xurekan heye. Piştî di 5'ê Adarê de li 18 gundên Licêya Amedê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, operasyona bi tevlîbûna 10 hezar leşker polîs û cerdevanan a li çoltera Licê-Genç hat destpêkirin didome. Ji ber operasyona li qadek berfireh berdewam dike ji welatiyên 18 gundan agahî nayê girtin. CEYRAN QUT BÛNE, XWARİN TUNE YE Li bejahiya ku şevê din tevgerek zêde hebû, hat zanîn ku hêzên operasyonê bi ser malan de girtin. Ji ber li herêmê ceyran tune ye gundî zehmetiyên mezin dikişînin. Li gundên ku tengasiyên xwarinê tê jiyîn destûr nayê dayîn ku kesek derbikeve derve. Hat dayarkirin welatiyên ku lawiran xwedî dikin nikarin sewalên xwe derxînin derve û êmê wan jî qediyaye. Hat zanîn ku leşker niha li gundê Xweylinê lêgerînê pêk tînin. LI NAVENDA NAVÇEYÊ BINÇAV KIRIN Li aliyê din polîsan li navenda navçeyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de Ugur Dîrîn,Mahsum Ulucan û Yener Donlî hatin binçavkirin. 3 welatiyên birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê hinceta binçakirina wan ne hat zanîn.