Girtîgehê got 'Hevserokên DBP’ê li saziya me tune' û name îade kir 2017-03-14 13:32:03 AMED - Name û kartên ji bo hevserokên DBP’ê û hevşaredaran di serê salê de hatin şandin, piştî 3 meh şûnde bi mohra "Di saziya me detune" paşve hatin şandin. Name û kartên bi minasebeta serê salê di 28'ê Kanûna 2016'an de ji Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û hevşaredarên girtî re hatin şandin, piştî 3 meh şûne paşve hatin vegerandin. Name û kartên ku ji hevserok û hevşaredarên girtî re hatin şandin bi mohra “Di saziya me de tune ye" paşve hatin şandin. Kanrt û nameyên ku Rêveberên DBP'ê bi minasebeta sere salê û 8'ê Adarê ji Hevşaredarê Şemzînanê Seferi Yilmaz, Hevşaredarê Peyasê Mehmet Ali Aydin, Hevşaredarê Çelê Hilal Duman Hevşaredarê Servet Tunç, Endama Meclisa DBP'ê Suna Kaymaz, Hevşaredara Geverê Adile Kozay, Hevşaredara Karakoçanê Cennet Ayik, Hevşaredara Dêrgulê Ozlem Kutlu û Hevşaredara Sîlopyayê Rabia Takas paşve hatin şandin.