Parlamenterê AK Partiyê bi hilberîna TOMA şîrketek nû ava kir 2017-03-14 14:23:03 ENQERE - Parlamenterê AK Partiyê û hilberînerê TOMA Îsmail Katmercî, pêvajoya şer ji bo xwe kir firsend û fabriqeyek nû ya parastinê ava kir. Katmercî bi Limak Holding ku bi nezîkatiya AK Partiyê tê zanîn re şîrîkatiya “Parastinê" ava kir. Hilberînerên Maşina Mudaxaleya Buyerên Civakî (TOMA) Katmerciler, 30 salin hilberînê dike û di Tirkiyeyê de şîrketa herî zêde hatina wê pir e. Şîrketa Katmerciler kara xwe di sala 2015'an de zêde kir û ev kir firsend. Piştî şer pêş ket kara şîrketê jî zêde bû û bi zêdebûna şer û hilberina zêde şîrketen kû ava kir. Şîrketa TOMA'yan a Katmerciler ku xwediyê wê Parlamenterê AK Partiyê yê berê Îsmail Katmerciye, bi şirîkatiya Limak Holding a nêzî AK Partiyê şîrketa parastinê ava kir. Hat zanîn ku Katmerciler û Limak Holdingê bi hevre peymanek bi dizî îmze kirin û dest bi avakirina şîrketek nû kirin. Di daxuyaniya ku Şirketa Sanayiya Ekîpmanên Ser Maşîneyan a Katmerciler da KAP’ê hat diyar kirin ku şirketa wan bi Limak Holding A.Ş. re protokola veşarî îmze kiriye û ji bo di qada parastinê de xebate bike bi navê LİKA SAVUNMA SANAYİ VE TİCARET A.Ş. li Enqereyê dest bi xebatê kiriye. Katmerciler di 20'ê Çileya 2017'an de diyar kiribû ku protokol îmze kiriye û di daxuyaniya KAP'ê de aşkere kiribû.