Li Gurgumê 19 parêzer hatin binçavkirin 2017-03-14 15:21:47 GURGUM - Li Gurgumê polîsan bi ser mala 24 parêzerên ku di nava wan de serokê Baroya Gurgumê Vahît Bagci jî heye de girtin û di serdegirtinan de 19 parêzer hatin binçavkirin. Bi fermana Serdozgerê Komasra Gurgumê li 2 navçeyan bi îdîaya endamên Cemaeta Gulenin polîsan bi ser mala 24 parêzerên ku di nava wan de Serokê Baroya Gurgumê Vahît Bagci jî heye de girtin. Di serdegirtinên 19 parêzer hatin binçavkirin de serokê baroyê Bagci û 5 parêzer li malên wan ne hatin dîtin. Hat îdîakirin ku Serokê Baroyê Bagci reviyaye Kanadayê.