Rojnamegerên meşa êzîdiyan dişopand di êrişa PDK`ê de birîndar bûn 2017-03-14 15:53:58 ŞENGAL – Di êrîşa komên girêdayî PDK'ê ya li hemberî meşa gelê Xanesorê de, 2 rojnamevan birîndar bûn. Rojnamevanên ku li Xanesorê meşa gel a ber bi kozikên komên PDK’ê ve dişopandin, dîsa bûn hedefa êrîşan. Nûçegihanên Çira TV Jînda Asmen û Delîla Axîn ku dixwestin êrîşan qeyd bikin, bûn hedefa guleyên komên PDK`ê. Asmen ji destê xwe, Delîla jî, ji piyê xwe bi bombeyên gazê birîndar bûn. Herdu nûçegihan jî rakirin nexweşxaneya Xanesorê û rewşa wan baş e. Di 3'ê Adarê de jî dema komên girêdayî hêzên çekdar ên PDK`ê êrîşî Xanesorê kiribûn rojnamevan û nivîskara Ozgur Polîtîkayê Nûjiyan Erhan ji aliyê çeteyan ve birîndar bûbû. Dermankirina Nûjiyan hêj didome.