Hevserokê DBP'a Çewlîgê Kinat hat girtin 2017-03-14 18:02:21 ÇEWLÎG- Hevserokê DBP'a Çewlîgê Yavuz Kinat ê ê piştî serdegirtina avahiya partiyê hatibû binçavkirin, hat girtin. Li Çewlîgê, Hevserokê DBP'a Bajêr Yavuz Kinat ê di 1'ê Adarê di serdegirtina malê de hat binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li Muduriyeta Polîsan a Çewlîgê sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî karên îfadedayîna li dozgeriyê, Kinat bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hat kirin. Dadgehê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" birayara girtina Kinat da. Hat zanîn ku Kinat bi hinceta posterê Rêberê PKK' Abdullah Ocalan û alayên PKK'ê yên li avahiya partiyê hatiye girtin. Kinat, şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewlîgê.