Li Antalyayê di mehekê de 60 binçavkirin 24 girtin 2016-11-25 09:16:48 ANTALYA - Li Antalyayê di operasyonên meha dawî de, 60 kes hatin binçavkirin û ji vana 24 jê hatin girtin, 26 jê hîn jî di bin çavan de ne. Li Antalyayê di operasyonên meha dawî de, 60 kes hatin binçavkirin, ji vana 24 jê bi îdiaya "endamê rêxistinê" hatin girtin. 10 kes jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan û her wiha 26 kesên di dîrokên cuda de hatin binçavkirin, hîn jî tên ragirtin. Parêzer Denîz Yildirim diyar kir ku, ev binçavkirin ûg irtin derhuqûqî ne û got, di meha dawî de 24 kesên hatin binçavkirin, hinceta binçavkirina wan xwe naspêrin tu tiştî jî. 'BERIYA BIRYARA GIRTIN GIRTÎGEH TÊ DIYARKIRIN' Yildirim anî ziman ku, li Antalyayê li dijî hêzên demokrasiyê beralîbûneke taybet a muduriyeta polîsan heye û dest nîşan kir ku, taxên ku piranî kurd lê dijîn, wek taxên sûcê potansiyelî tên nîşandan. Yildirim diyar kir ku, li holê sûcek tune be jî, polîs li ser maseyê sûc diafirînin û anî ziman ku, bi hincetên sexte bi dhean kesî binçav dikin û digirin. Yildirim anî ziman ku, berî binçavkirinê girtîgeh tên diyarkirin û got, bêyî dozger û dadwer dosyeyan raçav bikin, biryara girtinê tê dayîn. 'BI HIN KESAN RE DI PÊŞBAZIYÊ DE NE' Yildirim îdia kir ku, Dozgeriya Komarê ya Antalyayê bi hejmara girtinan xwe dipesinîne û anî ziman ku, di girtina FETO û siyasetmedarên kurd e, li Tirkiyeyê Antalya di rêza 3'yemîn de ye û dozger û dadwer ji bo girtinan bi hev re ketine pêşbaziyê. Yildirim anî ziman ku, di demên dawî de, di çarçoveya berhevkirina delîlan de malbat tên minçavkirin û got, rêgeza şexsî ya sûc û ceza hatiye hilawistin. Yildirim da zanîn ku, îfadeya malbatan tê wergirtin, bi vî awayî delîlan berhev dikin û dema binçavkirinê jî 30 roj e. Yildirim ragihand ku, serdema binçavkirina bi malbatî jî, ev meh û nîveke dest pê kiriye û anî ziman ku, serdemeke wisa qet nehatibû jiyîn. 'WÊ HESAB BIDIN' Yildirim dest nîşan kir ku, polîs bêyî hincet bi ser malên bi dehan kesî de digire û mebest ji vê, tepisandina civakê ye. Yildirim wiha wiha got: "E-Muduriyet bi vê rêbazê tirsê belav dike û dixwaze bitepisîne." Yildirim got, tu hêleke huqûqî ya van pêkanînan tune ye, bi her awayî derhuqûqî ye. Yildirim diyar kir ku, hikûmet bi OHAL'ê re bêpîvanî kiriye pîvan û wiha axivî: "Bi vê polîtîkaya çewisandinê welat nayê birêvebirin, zû an deren wê ev derkevin pêşberî huqûqa rasteqîn û wê hesab bidin."