Hevşaredarê Serayê hat binçavkirin 2017-03-16 10:41:29 WAN - Hevşaredarê Serayê Abdulkadir Çalişkan jî di navde gelek kes hatin binçavkirin. Yekîneyen polîsan serê sibê li navçeya Serayê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan a navçeya Serayê ya Wanê de Hevşaredarê Serayê Abdulkadir Çalişkan jî di navde gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Fermandariya Cendirmeyan a Serayê.