Bi hesreta gora keça xwe jî hat hiştin 2016-11-25 09:18:09 ŞIRNEX- Li Silopiyayê ji her 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku jiyana xwe ji dest dabûn yek jê Fatma Ûyar bû. Malbata Ûyar di dema qedexeyê de hem bi hesreta gora keça xwe û hem jî ya mala xwe mabûn. Malbata Ûyar a ku piştî mehan vegeriya bajêr, niha jî li hemberî rûxandina mala xwe têdikoşe. Li Silopiyayê di 5'ê çileya 2016'an de tevî Sêvê Demîr û Pakîze Nayir, siyastemedara jin Fatma Ûyar jî hatibû qetilkirin û niha malbata Ûyar piştî 8 mehan şûn de, hem gihaşt gora keça xwe û hem jî mala xwe. DOZ BI ENCAM NEBÛ Dayika Fatma Ûyar, Hatîce Ûyar got, di ser qetilkirina keça wê re hindik maye salek derbas bibe û diyar kir ku, li gel ewqas demê jî pêkkanîna hatiye jiyîn nehatiye lêkolînkirin. Ûyar bi bîr xist ku, heta niha têkildarî bûyerê lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin û diyar kir ku, dema keça wê hatiye qetilkirin, çente, telefon û amûrên wê yî şexsî yên tên texmînkirin li cem wê bûn jî, ji bo wan nehatiye dayîn. PIŞTÎ MEHAN GIHAŞT KEÇA XWE Ûyar dubare dike ku, çi dibe bila bibe ew ê şopdarê doza keça xwe û hevalên wê be. Ûyar ji ber qedexeyê, bes piştî hatiye karibûye serdana gora keça xwe bike û piştî mehan, ax be jî bêhna keça xwe kiriye. Ûyar vedibêje ku, roja ku qedexya 246 rojî domand dest pê kiriye, wan ji neçarî bajêr terikandiye û li bajaroka Kasrîkê bi cih bûne. LI DIJÎ RÛXANDINÊ LI BER XWE DIDIN Malbata Ûyar ya beriya bi mehekê qedexe bi dawî bibe, ji bo li dijî rûxandina mala xwe yî li Taxa Bahçelîevlerê rawestin rêya mala xwe digirin, dema tên dibînin ku nêviyê mala wan hatiye rûxandin. Tevî mala wan a li Kuçeya Evcîlê 7 malên din jî bêyî rastî xesareke cidî hatibin, der barê wan de biryara rûxandinê hatiye dayîn. Ûyar diyar dike ku, heke ew zû nehatanan mala xwe wê mala wan bi temamî bihatana rûxandin û niha şûna guleyan bi sewax û boyaxê digirin û her wiha pacên şikiyayî jî bi poşetan digirin. Ûyar tîne ziman ku, dema ew ji neçarî malê diterikînin tiştek jî bi xwe re nebirine, lê dema ew vegeriyane malê bi zor û heft bela bi amûrên mayî hinekî mal dane rûniştandin. ‘EZ Ê KON VEDIM Û ZAROKÊN XWE TÊXIMÊ' Ûyar dibêje ku, ew ê li dijî rûxandinê têbikoşin û ji bo rûxandin raweste ew ê serlêdanê bikin û wiha diyar dike: "Em ê li xaka xwe bijîn., bi gelê xwe re bin. Der barê mala me de rûxandin heye. Heke mala min birûxînin jî, ez ê kon vedim û ez ê zarokê xwe têximiê û em ê bijîn." HEVJÎNÊ WÊ JÎ GIRTÎ YE Ûyar dibêje ku, hevjînê wê Reşît Ûyar jî 4 sal berê têkildarî kuştina endamekî AKP'ê hatiye girtin û dest nîşan dike ku, hevjînê ji ber delîlên eleqeya wê bi dozê re tune ye tê ragirtin û li gel vê wî sirgûnî Girtîgeha Gîresûnê kirine.