Riya 22 navendan hat girtin 2017-03-16 12:12:20 COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber barîna berfê riyên 7 gund û 15 gundikan hatin girtin. Li Colemêrgê ji ber barîna bergî riyên 22 navendan hatin girtin û têkîlî qut bûne. Li bajarê ku serê sibehê berfê gelek bandor kir riyên 7 gund û 15 gundikan hatin girtin. Li bajarê ku barîna berfê berdewam dike xebatên paqijkirina berfê jî didome.