Leşkerekî din li Bab'ê hat kuştin û 5 leşker birîndar bûn 2016-11-25 11:04:40 KÎLÎS - Operasyona Hêza Çekdar a Tirk (TSK) ya bi navê “Tevgera Mertalên Firatê" li Babê didome. Di şerê TSK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn. Di 2 rojên dawî de li herêma Babê 5 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Hêza Çekdar a Tirk (TSK), 94 rojin li rojava operasyona bi navê “Tevgera Mertalên Firat'ê" daye destpêkirin. Operasyona li Cerablusê dest pê kir, ber bi herêma Babê ve belav dibe. Hat zanîn ku şevê din di êrîşa hewayî ya leşkerekî jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bû. Ji leşkerên Artêşa Sûriyê ya Azad ku Tirkiye piştgiriyê dide wê jî 4 leşker mirin û 25 leşker birindar bûn. Hat zanîn u di êrîşa 2 roj berê de jî 3 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dabûn û 7 leşker jî birîndar bûbûn. Di êrîşên du rojên dawî yên hewayî ku Rejîma Sûriyê ya li dijî leşkerên TSK'ê de 5 leşkerên TSK'ê jiyaına xwe ji dest dan û 12 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê.