'Ji ber di Qanûna Bingehîn de xwe nabînim Na' 2017-03-17 09:17:46 TEKIRDAG - Li Çorlûyê ji xwendekar, esnaf û kedkarên bigire her ke diyar dike ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Enver Yildiz (60) ê bêhnfiroş wiha got: "Di Qanûna Bingehîn de hebûna min tune ye. Ji ber xwe tê de nabînim ez ê bibêjim 'Na'." Yek ji wan cihên ku bênavbera xebatên "Na"yê yên referandûmê lê didomin, navçeya Çorlû ya Tekirdagê ye. Li navçeyê gel ji bo xebatên "Na"yê zend û bend badane û bawer dikin ku dê refrandûm bi "Na"yê encam bibe. 'HEKE BIÇÛNAMA SER SINDOQÊ MIN Ê BIGOTANA 'NA'' Xwendekarê lîseyê Mucahit Gumuş (17), diyar kir ku heke ew biçûna ser sidnoqê dê bigotana "Na" û wiha axivî: "Di serî de ji bo pergala perwerdehiyê, hikûmet bêyî pêwendî bi kesan ser deyne, bi tena serê xwe biryaran dide û ev bandorê li me hemûyan dike. Bi taybetî jî di guherandina mufredatê ya dawîn de serî li fikrên tu xwendekarî nedan. Li gel vê pirsên ku dê îsal di LGS'ê de derkevin, bi tu mamsote û xwendekaran neşêwirîn... Ji ber vê min ê bigotana 'Na'." 'JI BO EM BI RIHETÎ DERKEVIN DERVE 'NA'' Xwendekara zanîngehê Berivan Nohut (24), anî ziman ku ew daxwaza perwerdehiya bê pere dikin û sedemên xwe yên "Na"yê wiha vegotin: "Wek jinekê ez ê li dijî polîtîkayên jinan ên li welat bibêjim 'Na'. Em bi rihetî nikarin derkevin kuçeyan, ji ber vê ez ê bibêjim 'Na'. Ji bo li Tirkiyeyê wek jinekê bi rihetî dakevim kuçeyan, bi rihetî kincên xwe li xwe bikim ez ê bibêjim 'Na'. Pergala serokatiyê dîktatoriya yekzilamî li me ferz dike. Ji ber vê ez ji pergala serdestiya mêr re dibêjim 'Na'." 'JI BO RÊVEBERÎ NEKEVE DESTÊ KESEKÎ 'NA'' Esnafê 20 salan Mehmet Aslan (43), anî ziman ku ji ber rageşiya siyaseta li Tirkiyeyê karê wan rawestiya ye. Aslan, diyar kir ku ji ber rageşiya siyasî welatî danûstendinê nakin û wiha axivî: "Zêdebûna dolar pişta hemû esnafan şikand. Çimkî, ji ber em esnaf bi dolar danûstendinê dikin, pişta me hemûyan şikiya. Ji ber her roj zem zem zem heye, danûstendin nayê kirin. 20 sal e esnaftiyê dikim, dikarim bibêjim ku serdema herî xerab ev serdem e. Serdema herî westdar ev serdem e. Berê ne wisa bû. Li Tirkiyeyê gelek krîz çêbûn, lê mirov ewqasî mexdûr nebûn." Aslan, anî ziman ku ji ber karê wan nebaş e ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Ji ber vana hemûyan ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Ji bo rêveberî nekeve destê kesekî tenê ez ê bibêjim 'Na'. Niha rewş wisa xerab e, dema têkeve destê yekzilamî dê xerabtir bibe. Ji ber vê ez ê bibêjim 'Na'." ‘JI BER XWE TÊ DE NABÎNIM 'NA'' Bêhnfiroş Enver Yildizê 60 salî jî, diyar kir ku karê wan zaf xerab bûye û bi zorê ew roja xwe xelas dikin. Yildiz, ê piştî ji leşkeriyê emekdar bû dest bi karê bêhnfiroşiyê kir, bi bîr xist ew 7 sal e esnaftiyê dike lê serdema herî xerab ev serdem e. Yildiz wiha bertek nîşan da: "Heke em vê serdemê berawirdî salên din bikin, îsal ber bi salên berê ve diçe. Krîza aborî heye. Di bêrîka mirovan de pere tune ye. Em xîtabî mirovên rewşa wan normal e dikin. Karê wan jî tune ye, pereyên wan jî. Em xîtabî kesên bi kêmtirîn mizeyê dixebitin dikin. Niha ji sedî 60 piyase zem xwariye. Lê ji sedî 10 zem hatiye ser wan. Ew ê çawa danûstendinê bikin?" Yildiz, anî ziman ku ew xwe di referandûma 16'ê Nîsanê de nabîne û wiha got: "Di vê referandûmê de kesayetiya min muhîm e, ez xwe tê de nabînim. Tê de hebûna min tune ye. Di vê Qanûna Bingehîn de hebûna min tune ye. Ji ber xwe tê de nabînim ez ê bibêjim 'Na'."