Şaredariyê ceza da Holandayê! 2017-03-17 13:07:30 DÎLOK- Li Dîlokê bulvara Nijmegehan a ji br ku navê bajarekî Holandayê ye ji aliyê şaredariyê ve hat guhertin. Ji ber krîza di nav bera Tirkiye û Holandayê de Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê navê bulvarekî bajar guherand. Di 2'yemîn civîna meclîsa şaredariyê de bi dengên endamên meclîsê yên CHP, MHP û AKP’î navê bulvara Nijmegan a ku navê bajarek Holanda yê ye, û li taxa Osmangazî cih girgire hat guhertin. Li şuna navê Nijmegan navê bulvarê bû Rêya Azadiyê.