ÎHD’ê xwest Bîlîcî bê berdan 2017-03-17 14:49:13 RIHA - ÎHD’a Rihayê xwest Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî yê ku di serdegirtina öalê de hat binçavkirin bê berdan. ÎHD’a Rihayê, binçavkirina Cigirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê û Serokê ÎHD’a Amedê M. Racî Bîlîcî bi daxuyaniya li avahiya xwe dan şermezar kir. Di civînê de Hevserokê ÎHD’ê yê Rihayê Atîlla Yazar axivî û diyar kir ku di dosyayê de biryara veşartî heye û wiha got: “Her roj kesên siyaseta demokratîk dimeşînin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tên binçavkirin û demekê li bin çavan tên ragirtin. Kesên tên binçavkirin bi şertê kontrola edlî tên berdan û parvekirinên wan ên li ser tora civakî wekî hincet tên nîşandan û tên giritn.” Yazar, bang li raya giştî ku li dijî binpêkirinên mafan ên parêzvanên mafê mirovan hestiyar tevbigerin û xwest ku Bîlîcî û nûnerên STK ên di bin çavan de demildest bên berdan.