Ji bo nûçegîhanê me Demir kampanya hat destpêkirin 2017-03-17 22:20:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo nûçegîhanê me Hayri Demir ê li mala xwe ya Enqereyê hat binçavkirin serbest bê berdan, li ser civaka medyayî kampanya hat destpêkirin. Ji bo nûçegîhanê me Hayri Demir ê roja înê bi ser mala wî ya li Enqereyê de hat girtin û di serdegirtinê de hat binçavkirin, li ser Twitterê bi hastaga #GazeteciHayriDemirSerbestBırakılsın (#BilaRojnamegerHayriDemirSerbestBêBerdan) kampanya hat destpêkirin. Hevpîşeyên Demir bi awayekî zêde pişetvaniya kampanyayê dikin û ji bo kampanya bibe rojev her kes parve dike.