202 dadwer û dozger hatin îxrackirin 2017-03-17 23:22:56 ENQERE - Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran (HSYK), 202 dadwer û dozger îxrackirin. Lijneya Giştî ya HSYK'ê di çarçoveya lêpirsîna FETO'yê de 202 dadwer û dozger îxrackirin. Lijneya Giştî ya HSYK'ê ya li Enqereyê civiya, danê êvarî ev biryar da. Her wiha berê jî ji ber FETO'yê gelek dadwer û dozger hatibûn îxrackirin.