Ji NÇM'ê strana 'Raperîn e Newroz' 2017-03-18 14:15:42 AMED - Hunermendên NÇM'ê yên ku ji bo strana referandûmê ya "Na Na" hatin cem hev vê carê jî strana "Raperîn e Newroz" amade kirin. Hunermendên navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya bi KHK'ê ve hate girtin ji bo Newroza 2017'an stranet amade kirin. Hunermendan klîba ji bo strana "Raperîn e Newroz" amade kirin weşandin. Di klîbê de ji Kawayê Hesinkar, heta Mazlum Dogan, ji Zekiye Alkan heta Rahşan Demîrel a ku Kadîfekaleya Îzmîrê agir berda bedena xwe cih digirin. Dîmenên Newroza Amedê ya bi heybet û Newrozên din, wêneyên kesên ku dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan jî cih digire. Strana "Raperîn e Newroz" wiha ye: Hesin dihele bi agirê dilê Kawa Keleh sitûxwar dibin li ber bejna Zekiye û Rahşan Teslimiyet pûç dibe li ber berxwedana Mazlûm an Dîrok ji xwe şerm dike li ber sekna Çiyager an Tîrêja ji tariyê em sarin Sirra bayê sibê em zelal in Ji dûr û mêj ve em hatin Çiraya şeva ker û lal in Rabin! Xwe bixemlînin Koletî wa dimire Roj li Kurdistanê Her û her bilind dibe Agir û tîna Newrozê Canfîdayê ronahiyê Derweş in em dil soz in Bi vê eşqê em disoj in Raperîn e Newroz Li warê Medya û Aryan Li keviyên Zagros Jiyan ava dibe