Li Çewlikê ‘qedexeya derketina derve’ 2017-03-19 09:28:31 ÇEWLIG - Ji ber operasyona dê li bejahiya navçeya Dara Hênê bê lidarxistin li 3 gundan ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin. Walîtiya Çewligê ji ber dê li herêma daristan û çiya ya navçeya Dara Hênê operasyona leşkerî bê lidarxistin li gundên Saggoze, Honkunus û Yenîçeyê qedexeya derketina derve îlan kir. Walîtiyê diyar kir ku 19’ê Adarê (îro) ji saet 06.00’an heta fermanek duyenîn dê qedexe bidome.