Polîsan bi ser Şaredariya Artukluyê de girtin 2016-11-25 15:06:52 MÊRDÎN - Polîsên ku bi ser Şaredariya Artukluyê de girtin li hundir lêgerînê dikin. Hevşaredar Emîn Irmak ji 17'ê mejdarê heta niha di bin çavan de ye. Polîsan bi ser Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê de girtin. Polîsên ku bi ser şaredariyê de girtin li hundir lêgerînê pêk tînin û hatin û çûyînên şaredariyê tên kontrolkirin. Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak di 17'ê mijdarê de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hatibû binçavkirin.