Li dijî avahiya HDP’ê êrîş 2017-03-19 16:48:17 STENBOL - Li Stenbolê hat diyrakirin ku kesên nasnameya wan ne diyar şevê din bi keviran êrîşî avahiya HDP’ê ya navçeya Bayrampaşayê kirin. Hat zanîn ku şevê din saet di 03.30’an de 3 kesên nasnameya wan ne diyar bi keviran êrîşî avahiya HDP’ê ya li Bayrampaşayê kirin. Hat diyarkirin ku kesên bi keviran hatin ber avahiya navçeyê, piştî êrîşê sembola nijarperestiyê rakirin û ji cihê bûyerê reviyane. HDP’ê darbarê êrîşê de serlêdana sûc kirin.