Hahn: Tirkiye her diçe ji endamtiya YE'ê dûr dikeve 2017-03-21 11:49:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîserê Berpirsiyarê Pêşxistina Yekîtiya Ewropa (YE) Johannes Hahn, diyar kir ku Tirkiye her ku diçe ji Yekitiyia Ewropa dûr dikeve û êdî endamtiya Tirkiye li dervê rastiyê ye. Krîza referandumê ya di navbera Bruksel û Enqere de her du diçe zêde dibe. Komîserê Berpirsiyarê Pêşxistina Yekîtiya Ewropa (YE) Johannes Hahn, diyar kir ku Tirkiye her ku diçe ji Yekitiyia Ewropa dûr dikeve û êdî endamtiya Tirkiye li dervê rastiyê ye. Hahn, anî ziman ku endamtiya Tirkiye ya YE'ê her ku diçe rastiya xwe winda dike. Hahn daxuyanî da rojnameya Alman Bild û anî ziman ku Tirkiye demek dirêj e ji endamtiya YE'ê dûr dikeve û wiha got: "Ji ber helwesta otorîter a Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Qanûna Bingehin diguherên û armanc dike ku derbasî Pergala Serokdewletiyê bibe.Hahn, anî ziman ku ew dê li gorî rastiyên dawî rewşa endamtiya Tirkiye ji nûve di ber çavan re derbas bikin û wiha got: "Heta Tirkiye di guhertina Qanûna Têkşina bi Terorê re (TMK) israr bike u kesên muxalif ên hikûmetê rexne dike bide hemberî xwe dê nikaribe vize bistine.