Ji Yuksekdag û Demîrtaş peyama Newrozê: Em ê rûmeta gelê xwe bi parêzin teqez bi ser kevin 2017-03-21 12:52:04 ENQERE - Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di peyama ku ji bo Newrozê şandi ne wiha gotin: "Em ê li dijî zilmê serê xwe netiwînin, çog daneynin. Em ê li her derê rûmeta gelê xwe biparêzin û teqez bi ser kevin." Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo Newrozê peyam weşandin. Peyama ku Demîrtaş û Yuksekdag şandin wiha ye: "Xwebirayên me yên bi rûmet, dayikên hêja, hevalên me yên ciwan hevrêyên jin, Em bi milyonan kesên ji 7 salî heta 70 salî qadên Newrozê tijî kirine bi germahiya agirê Newrozê pîroz dikin. Em Newroza ku dixwazin bibin wesîleya çareserî, demokrasî û aştiyê pîroz dikin. Agirê Newrozê ya ku tarîtiyên herî giran ronî dike îsal jî bi coş tê pêxistin. Bi banga Birêz Ocalan Newroza 2013'an vegeriya şolenê û lê ji wê demê heta niha siyasetê nekarî aştiyê diyarî gel bike. Sedema vê yekê israra siyaseta serdest a di şer de be jî em xwe li hemberî gelê xwe deyndar hîs dikin. Emi li ser navê bi hezaran HDP'iyên ku li girtîgehan in careke di dibêjin ku em ê tu caran ji lêgerîna azadiyê bernedin, têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin. "Em ê li dijî zilmê serê xwe netiwînin, çog daneynin. Em ê li her derê rûmeta gelê xwe biparêzin û teqez bi ser kevin. Em bi vî munasebetê Cejna Newrozê pîroz dikin, li hemberî şehîdên Newrozê bejna xwe ditewînin, we hemûyan yek bi yek silav dikin. Newroz pîroz be."