Bêkes şûna bavê xwe vala nehişt û Newroz pîroz kir 2017-03-21 13:12:54 ŞARNEX - Li Cizîrê pîrozbahiya Newrozê bi hemû coşa xwe û hemû rengan tê pîrozkirin. Di nava coşa girseyê de Bêkes ê bavê wî Orhan Tunç ê di jêrzemîna avahiyên Cizîrê de hat kuştin jî li şûna bavê xwe Newrozê pîroz dike. Dayika Orhan Tuçn Esmer Tunç jî qat qadê û diyar kir ku heviyên wan li ser piyan in. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Newroz bi silogana "Teqez em dê bi ser bikevin" bi coşek mezin û hemû rengê Newrozê tê pîrozkirin. Bi deh hezararan Cizîrî li Qada Nerwrozê ya taxa Konakê kom bûn û qada newrozê tijî kirin. Bi deh hezaran kesên ku bi reng û coşek mezin Newrozê pîroz dikin, bi yek dengî silogana “Şehid namirin” berz dikin. bi alên destê xwe û cilên herêmî yên rengîn qada Newrozê nehişandin û zindî kirin. Li gel ku polîsan derdora qada Newrozê dorpêç kiriye jî ji 7 heta 70 sali girse li qada Newrozê kom bûn. Xizm û malbatên kesên di jêrzemîna avahiyên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan li qada pêş a Newrozê cihê xwe girtin. Di serî de malbat û xizmên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û dayika Cemile Çagirga ya 10 salî ku li ber deriyê mala xwe hat kuştin Emine Cağırga û malbata Nihat Kazanhan ê 12 salî ku bi guleyên polîsan hatin kuştin û xizmên Mahmut Duymak di refên pêş de cihên xwe girtin. RUHÊ KURÊ MİN LI QADÊ YE Di pîrozbahiya Newrozê de malbata Mehmet Tunç û Orhan Tunç, kurê Orhan Tunç Bêkes û dayika Orhan û Mehmet Tunç Esmer Tunç li qadê Newroz pîroz kir. Dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç Newroza Gelê Cizîrê û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku ew ji bo şehîdên xwe hatin qadê û heviya wan zêde ye. Dayika Cemile Çagirga Emine Cagirga jî ani ziman ku ew bi heviya Newrozê ji nûve zindî bûn. Dayika Kasim Yana Saliha Yana jî anî ziman ku ruh û coşa kurê wê li qada Newrozê ye.