Peyama Hevşaredar Kaya: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e 2017-03-21 13:52:52 WAN - Gelê Wanê li tenişta Gola Wanê û kontara Kelehê bi tevlêbûna sed hezaran û coşek mezin Newrozê piroz dike. Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya ku girtî ye peyam şand û diyar kir ku di vê serdema ku faşîzm zilma herî mezin li ser gel dimeşîne yekane rêya çareseriyê berxwedan e. Gelê Wanê bi tevlêbûna sed hezaran Newrozê li Parka Newrozê ya navbera Gola Wanê Keleha Wanê bi coşek mezin Newrozê piroz dike. Di saetên nîvro de bi sed hezaran gelê Wanê li qadê kom bûn û bi coşa herî mezin Newrozê pîroz dikin. Newrozê bi rezgirtinê û muzîkê dest pê kir. Herikîna gel a Qada Newrozê berdewam dike. Li qadê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" berz dikin. Dîsa alên kesk, sor û alên li ser “Na" bilind kirine. Qad bi rengên kesk, sor û zer hat qemilandin. LI DORA AGIRÊ NEWROZÊ GOVEND GERANDIN Gelê Wanê li gel serma zêde qada Newrozê tije kirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin. Pişti bernameya Newrozê dest pê kir, Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, endam û rêveberên HDP, DBP'ê derketin ser dikê û girse silav kirin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakup Ataş, Newroza gel pîroz kir û diyar kir ku li gel hemû astengiyan gel ji têkoşîna azadî û serkeftinê bernade. Piştî axaftina Ataş Agirê Newrozê hat pêxistin û bi coşek mezin pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Piştî Agirê Newrozê hat pêxistin bi sed hezaran bi yek dengî silogana “Newroz Pîroz Be” û "Biji Serok Apo" berz kir. KAYA: TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya ku li Girtîgehae Hêjmar 9 a Sîlivrîyê girtî ye peyam şand û diyar kir ku di vê serdema ku faşîzm zilma herî mezin li ser gel dimeşîne yekane rêya çareseriyê berxwedan e. Kaya anî ziman ku li dijî zextên herî dijwar tenê dikarin bi yekîtî û berxwedana herî xurt bi ser bikevin û wiha got: "Ger em ji 7 salî heta 70 salî bibin yek û li dijî rejîma dîkta têbikoşin em dê bi ser bikevin. Teqet em dê bi ser bikevin. Çiqas zilm û zextan li ser me bimeşînin em dê bi berxwedanê teqez bi ser bikevin û azadiya xwe bi dest bixin." Mîtîng bi axaftinan berdewam dike.