Hevseroka KCD'ê Guven ji Amedê bang kir: Em ji niha ve bi ser ketin 2017-03-21 14:12:41 AMED - HevserokaKCD'ê Leyla Guven a di Newroza Amedê de axivî banga "Dev ji tîfaqa bi AKP'ê re berde" li Mesut Barzanî kir û wiha got: "Werin tifaqa xwe ava bikin. Em ê heta kengî wekî koleyan bijîn." Guven îfadeyên "Em ê newroza xwe bigihînin 16'ê Nîsanê. Em ji niha ve bi ser ketin." Di Newroza Amedê ya bi şîara "Em ê teqez bi ser kevin" ewil Koma Dengêbêjên Botanê derket ser dikê. Di dema stranan de weşana zindî ya li Efrîn û Qendîlê di ekranê de hatin nîşandin. Hevsera Tahîr Elçî TUrkan Elçî, malbatên kesên li Farqîn û Sûrê hatin kuştin hatin anoskirin cejna wan hate pîrozkirin. Piştre Koroya Jinan a NÇM a Amedê derketin ser dikê. Piştre pêşkêşvan Yilmaz Baglan helbesta Alî Temel a li ser berxwedana Zindana Amedê xwend. Piştre Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven gel bi berxwedana Sûrê silav kir. Guven wiha got: "Îro Newroz e, dest pêka biharê ye. Berxwedana gelan e. Em Newroza we pîroz dikim. Beriya 2629 salan bi têkçûna Dehaq ev agir ji aliyê Kawayê Hesinkar ve hat pêxistin. Piştre li Zindana Amedê bi Kawayê Hemdem Mazlum ve hate gurkirin. Zekiye Alkan, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî ev agir heta îro anîn. Em şehîdên Newrozê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin." 'EM KONGREYA GELAN PÊK TÎNIN' Guven di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Newroz ji bo gelê kurd rojeke girîng e. Kund li qadên Newrozê kongreya xwe pêk tînin. Nİha jî em li Amedê kongreya gelan pêk tînin. Bi reng û daxwazên xwe ve gelê me qad tijî kirine. Em hemû qadên Newrozê silav dikin. Gelê kurd ji bo Newroza xwe pîroz bike bedelên giran da. Gelek hevalên me şehid ketin. Îro jî em dibînin ku ev feraset nehatiye guhertin. Îro xwestin gel asteng bikin. Lê bila baş bizanibin ku gel bi her awayî diherikin qada Newrozê û Newrozê pîroz dikin. Kurdan tu caran li dijî zilmê serê xwe netewandin. Mehmet tunç, Sêvê, Asya, Pakîze û Fatma ji bo gelê xwe amade bû û heta îro ev meşale pêxistin. Em miredarên şehidên xwe ne. Girtiyên azadiyê Newrozê li girtîgehan pêşwazî dikin. Em di şexsê Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş de Newroza hemû girtiyên xwe pîroz dikin. Dîsa 18 sal in li Îmraliyê bi tena serê xwe Rêber Apo yê li ber xwe dide em Newroza wî pîroz dikin. Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Gelê kurd dê teqez bi ser keve. PEYAMA OCALAN HÊVIYEK MEZIN DA Bêguman mejiyê dagirker tifaqa gelan naxwaze. Her tim qetlîam li ser gelê me ferzkirin. Me ev ji Şeyh Saît bigire heta Seyît Riza, Dersim, Zîlan, Agirî, Roboskî û Cizîrê dît. Em vê qebûl nakin û şermezar dikin. Herî dawî dewleta AKP’ê bajarên me hilweşandin. Li cizîrê hevalên me bi saxî şewitandin. Lê derkot holê ku ji dîrokê ders negirtine. Lê tiştek din derket holê ew jî berxwedana gel bû. wan ev berxwedana hesap nekiribûn. Gel û ciwanên me 150 rojan li dijî zilmê li berxwedan û ala teslîmyetê qebûl nekirin. Em carekdin bi rêzdarî wan bibîrtînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd firsendek mezin hatibû dayîn, peyama birêz Ocalan a li ve qadê hat xwendin hêviyek mezin ava kiribû. Lê AKP’ê ji bo berjenwendiyên xwe ev şens winda kir. Ger ev red nekiriba dê îro ev qas xwîn ne hatiba rijandin. Lê me dibinin ku hêjî di heman zîhniyetê de ne. (Ji qadê dirûşmeya ‘Qatil Erdogan’ bilin bû) EM DIKARIN NETEWEYA DEMOKRATÎK BELAVÎ ROJHILATA NAVÎN Dîsan AKP ne tenê li Bakur li 4 parçeyên Kurdistanê êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Gelê Rojava li dijî DAIŞ’ê li berxwe da û biser ket. Lê niha hikûmeta AKP’ê dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne. Lê ev ne sanahiye. Em carekdin Şoreşa Rojava pîroz dikin û serkeftinê dixwazin. Rojhilata Navîn erdnîgariyek pîroze; lê desthilatdar li pêşberî pergala xwebirêvebirina Rojava astengiyan derdixin. Lê dizanin ku jiyan ji vir derketiye û belavî cîhanê bûye. Lê ve pergala netew dewlet pergala Rojava naxwaze. Em dikarin ji Rojava pergala neteweya demokratîk li hemû Rojhilata Navîn belav bikin. Ji ber ev pergal reng, ziman û baweriyên hemû gelan di nava xwe de dihewîne. Kurd di sedsala 21’an de koletî û bêstatûbûnê qebûl nakin. An dê jiyanek azad bijîn an jî vê jiyanê qebûl nakin. BANGA JI BO SEROKÊN KURD AKP, MHP’ê tifaqek ava kir. Niha li bajarên kurdan operasyona bi navê 3 hilal dane destpêkirin. em jî ji wan re dibêjin ku xwediyê vê operasyonê li kûye? Mehmet Agar li kûye? Hûn nikarin gelê kurd tune bikin. Vê bizanin. Em tifaqa AKP û MHP’ê fêm dikin. Lê tifaqa di navbera AKP û PDK’ê em tucaran qebûl nakin. Ji xwe AKP dixwaza kurdan bi deste kurdan bide kuştin. Em ji vir bang li Birêz Barzanî dikin. Dest ji vê tifaqê berde. Feyda wê ji kurdan re tüneye. Dest ji rewşa şermezar a li Şengalê derketiye holê berde. Ji wan dayîkan şerm bikin.” Güven bang li gelê kurd ê 4 parçeyan kir û wiha got: “Werin em tifaqa xwe ava bikin. Em ê heta kengê wekî koleyan bijîn. Ji niha ve em bi serketine.” Guven piştî axaftina xwe ya kurdî mêvanên Tirki silav kir û wiha axivî: “Em ê Newrozê di 16’ê Nisanê de tacîdar bikin. Em ê AKP a bûye belaya serê gelan ji holê rabikin. Em rêzdariyên xwe ji gelê xwe yê ku qadên Newrozê tejî kirine re dişinin. Em ê teqez serbikevin. An serkeftin an serkeftin.”