Turk: Tekane rê çareseriya Ocalan e 2017-03-21 14:50:12 AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di Newroza Amedê de bang li sed hezaran kir û got: “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Werin em li derdora fikrên Birêz Ocalan bibin yek. Tekane rê çareseriya Ocalan e. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî Newroza Amedê pîroz kirin û got: "Tirkiye bi qedexeyan Newrozê pêşwazî dike. Lê em dê bi hevre van qedexeyan rakin." Newroza Amedê bi tevlêbûna Sed hezaran li Parka Newrozê ya Amedê tê pîrozkirin. Piştî Agirê Newrozê hat pêxistin siyasetmedar derketin ser dikê û axaftin kirin. Piştî Berdevka KCD'ê Leyla Guven û Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu jî Newroza gel pîroz kir û axivî. Hamzaoglu, diyar kir ku gel Newrozê li Tirkiye di nava qedexeyan de pîroz dike û dê bi hevre van qedexeyan ji pêşiya Tirkiye rakin. Hamzaoglu, diyar kir ku di şerê şev û rojê de ronahî bi ser dikeve û tê tariyê vegerînin ronahiyê û wiha got: "15 hezar salin gelê Anatoliyê, Rojhilata Navîn û gelê Asya bi hevre wekî cejnekê Newrozê pîroz dikin û Neteweyên Yekbûyî di sala 2010'an de wekî Newroza Cîhanê qebûl kir. Wekî cejna gelan tê piroz kirin. Her tişt piştî hikûmeta AKP'ê hat ser kar hat guhertin. Piştî AKP'ê zarok li Roboskî bi bombeyan hatin kuştin. Zarokên me yên kuştî di sarincan de hatin parastin. Li Zonguldak, Şîrvanê karker hatin kuştin. Polîsên AKP'ê yek bi yek em kuştin. Ethem Sarısuluk, Medeni Yildirim, Berkin Elvan Ali İsmail Korkmaz û Abdullah Comert ji ber aştî xwestin hatin kuştin. Brêz Ocalan di Newroza 2013’an de agirbest îlan kir û pevajoya çareseriyê da destpekirin. Piştî îlana agirbestê kuştin rawestiya. Lê piştî hikûmetê pêvajo xera kir dîsa kuştinê dest pê kir. Kolan û bajar hatin qedexekirin. Dixwazin ji dîrokê winda bikin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin. Piştî 15'ê Tîrmehê her tişt ji bo xwe kirin firsend û çareserî bi dawî kirin. Hiquq, mafê azadiya ramanê û mafên mirovan tev ji holê rakirin. Bi KHK yan akademîsyen ji kar avêtin û îxrac kirin. Karmend îxrac kirin û Tirkiye dibin rojên tarî. EM DÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE TIRKIYE RONÎ BIKIN Hamzaoglu, herî dawî anî ziman ku ew dê bi hevre li dijî van qedexe û astengiyên li pêş Tirkiye ronî bikin û bi têkoşina hevpar di 16'ê Nîsanê de Tirkiye ji tariyê rizgar bikin û bi hevre Tirkiye ronîbikin û wiha got: " Ger ku di referandumê de "Erê" derkeve dê Tirkiye bêtir tarî bibe. Ger ku 'Na' derkeve tê Tirkiye dîsa ronî be. Em dê di 16'ê Nîsanêde bi hevre bitêkoşîna hevpar Tirkiye ronî bikin û dawî li kuştinan bînin. Dema Hamzaoglu di axivî girsê bê navber li dijî zextên polîsan silogana "Bijî Serok Apo" berz kir û pankarta gotina Cihat Turkan (Çiyager) a “Çi dibe bila bibe dê dawiya wê muhteşem be" û gotina Mehmet Tunç a “Me di ber xwe da me çong danenî. Bi me serbilind bin." li qadê vekirin û li nava qadê gerandin. TURK: JI BILÎ ÇARESERIYA OCALAN RÊ TUNE Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî Newroza Amedê bang kir û wiha got: “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Werin em li derdora fikrên Birêz Ocalan ên di Newroza 2013’an de daniye holê riya aştî û diyalogê ava bikin, ji blilî vê tu riyek din tune ye.” Turk ku bi gotine “Hemû kes dizane ku çiqas zilim li vî gelî bê kirin jî gel serî natewîne” dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Îro jî zilmek mezin heye lê qada Newroza Amedê bi çoşa we dengê xwe gihand hemû cîhanê. Berxwedan û çoşa we ser serê me. Îro çavê cîhanê li Newroza Amedê ye. Navê vê Newrozê “Em ê biserbikevin” e. Bila gumana kesê nebe ligel zext, polîtîkayên zilmê em ê biserkevin.” Turk axaftina xwe wiha berdewan kir: “Pirsgirêk dikarin bi mejiyê hevpar û diyaolgan bê çareserkirin. Mînakên cîhanê hene. Em dibêjin dest ji polîtîkayên xwe yên çewisandin û bêdengkirinê berdin. Dest ji polîtîkayên ku dê pêşeroja kurdan tarî bike berdin. Werin em li derdora fikrên Birêz Ocalan ên di Newroza 2013’an de daniye holê riya aştî û diyalogê ava bikin, ji blilî vê tu riyek din tune ye. BERDÊLA ŞENGALÊ DÊ GIRAN BE Belê îro gelên li Tirkiyeyê jî dizanin ku dê ev feraseta rêveberî, nijadperest û netewperest civakê ber bi kûve bibe. Kesên xwekî wijdan hêdî hêdî li dijî vê ferasete dengê xwe bilind dike. Ger her roja diçe em hevdu berfireh nekin zimanê hevpar neyînin ziman, bawer bikin em ê ji dîrokê berpirsyar bin. Ger îro hûn bixwazin pêleroja gelê Şengal ku îro baweriya gelane tarî bikin dê berdêla wê giran be. Dê dîrok û gelê me heseb ji kesên êrîşî Şengalê kirine bipirse. QADÊ GOT ‘NA’ Piştî vê Newroz bi çoş referanduma 16’ê Nîsanê heye. hemû kes dibêjin dê gelê Kurd çi bêje. (ji qadê dirûşmeya Na bilind bû). Ev referandum ne tene ji bo pêşeroja gelê kurd ji bo pêşeroja hemû gelan girînge. Ji bo kurdna wateyek wê ya cuda heye. îro hevserok û parlamenterên me di girtîgehê de ne. Gelo em ê ji polîtîkayên girtîgehan re bêjin ‘Erê’? (Ji qadê dirûşmeya Na bilind bû). Gelo em ê ji wehşeta Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê re bêjin ‘Erê’? (Ji qadê bersiva Na bilind bû) BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê SERÎ NETEWÎNIN Gelê me gelek şerên mezin derbas kirin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Bi van hestan em Newroza hemû gelê Kurdistan, Rojhilata Navîn, demokrat û kesên xwedî wijdan pîroz dikin. Riya we û me vekirî be. Serkeftin ji bo riya azadiyê.” Hevberdevkê HDK'Ê Hamzaoglu: Em dê bi hevre qedexeyan rakin