Ji Newroza referandumê 'Na' derket! 2017-03-21 15:14:29 AMED - Çoşa bi sedhezaran gelê ku tevlî Newroza Amedê bûn bi agirê vêxistin gihişt lûtkeyê. Bi dirûşmeyên ‘Na’ yên ji qada Newrozê bilind bû bi sedhezaran kesî rengê dengê xwe yê ji bo referandumê diyar kirin. Ligel şert û mercên OHAL’ê, mudaxeleya polîsan a ketina qadê û pişt dike jî bi sedhezaran kesan qada Newrozê tijî kirin û pîrozbahî bi çoş didome. Bi taybet ji ber referanduma 16’ê Nîsanê girseyê pankart û dirûşmeyên “Na” berz dikin. Jinên k udi referandumê de dibêjin “Na” jî bi cilên xwe yên kesk, sor, zer û li ser “Na” hatine nivîsîn govendê digerînin û renge xwe yê di referandumê de diyar kirin. Di pîrozbahiya ku çoşa kalên 70-80 salî bal dikişîne, Amediyên ku guh nadin kabûna xwe govendê digerînin. Çoşa Newrozê bi vêxistina agir gihişt lûtkeyê. Di heman demê de li ser platforêm posterên ku wêneyê Şervanê YPS’ê Cîhat Turkan (Çiyager) ê li Sûrê hat qetilkirinû nivîsa “Encam çi dibe bila bibe dê bi mêris be”, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehemt Tunç û nivîsa “Me li berxweda û çong ne danî bi me serbilind bin” nivîsîbûn hatin vekirin. Dema poster hatin daliqandin dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Posterên ku demekê hilawîstî man ji aliyê bi sedan polîsên derketin ser platformê ve hatin rakirin. mudaxeleya polîsan rastî bertekên gel hatin. Ligel k udi saetên serê sibê de destûr ne hat dayîn ku gel bi cilên xwe yên gelêrî bikevin qadê jî ciwan bi riyên cûda cilên xwe xistin qadê û li xwe kirin. Welatî li ber stranên hatin gotin govend gerandin û keyf xweşbûn. Welatiyên astengdar ên hatin qadê jî bi sandelyeyên xwe li qadê tor avêtin.