Serokê Şaxa ÎHD'a Şirnexê Uysal hat girtin 2016-11-25 21:34:04 STENBOL - Serokê şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Emîrhan Uysal ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Prz. Emîrhan Uysal ku duh li Walîtiya Stnebolê hat binçavkirin hat girtin. Piştî lêpirsîna Uysal a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû, Uysal sewqî Dadgeha Çaglayanê kirin. Dozger piştî îfadeya Uysal girt bi daxwaza girtinê sewqî Dadgerê Nobedar kir. Dadger jî piştî li îfadeya Uysal guhdar kir bi idîaya "Endamtiya Rêxistinê" biryara girtinê da û ew şand girtîgehê.