Baydemîr: Ey gelê Amedê hûn carek din bi ser ketin 2017-03-21 16:24:47 AMED - Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir, di Newroza Amedê de xîtabî sed hezaran kir û got: “Ey gelê Amedê hûn carek din bi ser ketin. Coş, lêxedîderketin û têkoşîna we ya îro tirsa li ser gelê kurd tê ferzkirin perçe kir. Newroza Amedê li Parka Newrozê bi tevlêbûna sed hezaran bi silogana "Teqez em dê serbikevin" hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Berdevkê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'e yê Rihayê Osman Baydemir, derket pêşberî sed hezaran û gel slav kir. Baydemîr Newroza sed hezaran pîroz kir. Baydemîr silavên xwe ji sed hezaran gelên qada Amedê, gelê Mahabad, Kobanê, Silêmaniyê, Duhok û Şengalê re şand û Newroza wan pîroz kir. Baymedir, anî zikman ku li gel hemû zexten faşist û komkujiyên li dijî gel, dîsa gel bi berxwedana xwe ya rûmet li Newrozê xwedî derket û tirsa li ser gelê kurd tê ferzkirin pûç kir. Carek din nîşan da ku li dijî vê zilmê û kuştinan qasî misqalekê jî gavan paşve navêje. Baydemîr, anî ziman ku dîsa gel li nirx û têkoşîna xwe xwedî derket û wiha got: "Li vê girsê binerin. Gel li dijî zilma zaliman serî natewîne. Ez carek din dibêjim Ey gelê Amedê hûn careke din li dijî zilmê bi ser ketin. We carek din serî li dijî zilmê netewand. Hûn bi berxwedan, coş û lêxwedîderketina xwe tirsa li ser gelê kurd tê avakirin perçe kir. Çend sal berê li vê qadê bi coşa Newrozê peyama Ocalan a manîfesto hat xwendin. Bi vê manîfestoyê masa çareseriyê hat avakirin. Bi erekirina milyonan mase hat avakirin. Milyonan gul danî ser masê. Lê mixabin xwestin baxçeyê gulan ê bi hezar kedî hatiye avakirin biçilmisînin. Aştî kirin qurbana hilbijartinekê. Aştî kirin qurbana koltukên xwe." Baydemîr anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê 2 salan şer rawestiya û piştî hikûmetê aştî yek alî xera kir dîsa şer û kuştinê dest pê kir û wiha got: "Piştî AKP'e bi MHP'ê re îtîfaq ava kir, li her dera Tirkiye agir belav bû. Agir ket her malê. Cewherê têkoşîna me li dijî Nemrud, Dehaq û Dehaqîyan e. Têkoşîna azadiyê ye. Newrud mirov bi saxî şewitandin. Li dijî vê zilmê Îbrahimiyan û îro em bûn milyon û li dijî vê zilmê derdikevin. Gelê Amedê ji şer re dibêje 'Na' Ji bo jiyana hevpar îro li vir kom bûne. îro Hevserokên me Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Firat Anli, parlamenterên me, hevşaredarên me jî di navde 5 hezar rêveberên me yên partiyê girtî ne. Ew niha mahkûmên azaiyê ne. Wan jî wekî we îro li dijî zilmê serî hilda. Serî netewand. Îro hûn jî li vir serî natewînin. Em îro li dijî zilmê li qada Newrozê bi hevre dibêjin Na. Gelê Amedê bang li dewlet û hikûmetê dike û dibêj ev ne rê ye. Werin ji vê rêyê vegerin." HÛN ÇI BIKIN GEL DÊ AZAD BIJÎ Baydemir, anî ziman ku berê ji hkûmetê pakêtên xwe aşkere kiribûn û ji pakêtên wan kundir derketibû û dê dîsa kundir ji pakêtea wan derkeve. Baydemîr, anî ziman ku ew ji faşîzmê û zilmê re dibêjin Na. Baydemîr, anî ziman ku gel bendê hilbijartinê derbas kirin û 80 parlamenter şandin meclîsê û dê dîsa astengiyan derbas bikin. Demîrtaş anî ziman ku her bi ser dikevin astengiyan derdixin pêş û her çiqas astengiyan derxin jî gelê Amedê û gel dê dîsa astengiyan derbas bikin û dîsa azad bijîn û wiha got: "Gelê kurd û gelê Kurdistane bi xwe rûmetdar e. Ez careke din bang li tevahiya gelê kurd dikim. Ala rengin nişaneya azadiyê ye. Werin em tev bibin yek û bi hevre têbikoşin. Ez bawer dikim bi yekîtiya we tevan dê ev zivistan bibe zivistana dawî. Ev mizgîniya aştî azadî û serkeftinê ye."