Ji Serhedê li qadên Newrozê peyama referandumê: Na 2017-03-21 16:52:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Colemêrg, Agirî, Bedlî û Mişê bi deh hezaran kes li qadên Newrozê peyama referandûmê dan. COLEMÊRG Li Colemêrgê welatiyên ku serê sibehê ji taxan bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qada Newrozê, Otogara Şaredariyê tijî kirin. Bi hezaran kesên bi muzîkê govend gerandin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Necmettîn Akar gel silav kir û Newroza gel silav kir. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Lezgîn Botan û dayikan ve agirê Newrozê pêxistin. Piştî ku Newroz hate pêxistin gel govend gerand û coşa Newrozê jiyan kir. 'EM Ê JI BO AZADIYEKE NÛ EM Ê DERIYAN VEKIN' Di pîrozbahiyê de peyamên parlamenterên girtî, hevşaredar û siyasetmedaran hate xwendin de parlamentera HDP'ê û Serokwekîla Koma HDP'ê Ahmet Yildirim axivî û diyar kir ku parlamenterên bajar hemû girtî ne û silavên parlamenteran parve kir. Yildirim bal kişand li ser referanduma ku dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê û wiha berdewam kir: "Li Cizîr, Sûr. Nisêbîn û Geverê gelek êş bi gelê me dan kişandin. Di 16'ê Nîsanê de dê sandiqê bîni pêşberî me. Em ê hesabê girtina îradeya me, bajarên me yên hatine şewitandin, hovîtiya li jêrzemînan di sandoqan de bipirsin. Em ê ji bo azadiyeke nû deriyekî vekir. Divê heta 16'ê Nîsanê saniyeyekî kesekî vala derbas nebe û neçin malên xwe. Divê li deriyan bidin. Em ê bihevre bi ser bikevin. Em ê gava yekem di 16'ê Nîsanê de bavêjin." Piştî axaftinan Newroz bi stran û govendan bi dawî bû. AGIRÎ Gel li Agiriyê serê sibehê bi rengên xwe herikîn qadê û govend gerandin. Ligel sermayê ji 7 salî heta 70 salî gel bi rêzgirtinê dest bi pîrozbahiyê kir. Dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" "Ji yek zilam re Na". Piştre hevseroka HDP'ê Olcay Ozturk gel silav kir. Parlamentera HDP'ê Dîrayet Taşdemîr jî di axaftina xwe de bal kişand li ser Newroza 2013'an û wiha got: "Birêz Ocalan bi peyama xwe peyama rojên aştiyê da lê AKP'ê mase xira kir. Koletî li ser kurdan ferz kir. Dibêjin yek netew, yek ziman. Kurd dê vî qebûl nekin. Kurd dê di 16'ê Nîsanê de bersiva xwe bidin." Di pîrozbahiyê de peyamên Hevserokên Giştî yên HDP'ê hatin xwendin. Hevşaredara Agiriyê ya girtî Mukaddes Kubilay peyamek şan û Newroza Agiriyê pîroz kir. Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ê ku ji peywir hat girtin jî bal kişand li ser referandumê. Piştî axaftina Sakik agirê Newrozê hat pêxistin. Gel bi stranên Nurcan Demîrcî û Denîz Esmer govend gerand. MÛŞ Bi hezaran welatiyên li Qada Îstasyonê ya Mûşê li hevkom bûn, bi şîara “Em ê teqez biserkevin” Newroz pîroz kirin. Li qada ku flamayên NA û HDP’ê bilind bûn, posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag vekirin. Gelê ku saetên serê sibê hatin qadê, ligel astengî û dorpêça polîsan qad tijî kirin. Pîrozbahiya bi govenda gel destpê kir Wekîla HDP’ê Burcu Çelîk Ozkan û endamê MYK’ê yê HDP’ê wekî axaftvan tevlî pîrozbahiyê bûn. ‘EM Ê DÎKTATORIYÊ HILWEŞÎNIN’ Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Na” bilind bû destpêkê Çelîk axivî û wiha got: “Gel li dora agirê Newrozê bûye yek. Em ê di 16’ê nîsanê de bi berxwedana Kawayan dîktatoriyê hilweşînin.” Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat vêxistin û li dora agir govend hat gerandin. Gelê Bedlîsê bi agirê Kawa ji referandumê re got Na. BEDLÎS Bi hezaran welatiyên Bedlîsê bi alên Na herikîn qada Gok a Newrozê. Pîrozbahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî endamên komîteya amadekar gel silav kirin, peyana Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Taşdemîr hatin xwendin. Parlamentere HDP’ê yê Bedlîsê Mehmet Celadet Gaydali bal kişand ser referandumê û wiha got: “Îro demokrasî hat cîhanê. Devlet Bahçelî digot dîktatorî nayê Tirkiyeyê. Hinceta wî jî ew bû ku dîktatorî peyvek biyanî ye. Tirkiya wê Nemrut zalimtiye. Em di referandumê de dikevin pêvajoyek dîrokî de, ji ber wê bêyî bikevin riya şaş dê gelê me û hemû gel bêjin Na. KAWAYAN ÇAWA LI BER XWE DA… Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî wiha axivî: “Ligel astengî û zextan jî gelê Bedlîsê qad tijî kiriye. Kawa çawa li dijî Dehaq têkoşiya gelê kurd jî îro li qadan têdikoşe. Dê gelê me di 16’ê Nîsanê de ji pergala serokatiyê re bêje Na. Armanca mezin a Newrozê eve.” Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat vêxisitn. Pîrozbahî bi govenda li ber stranên hunermend Ayfer Duzdaş û Veysî Ermîş hat gerandin bi dawî bû.