Li Edeneyê agirê Newrozê 2017-03-21 17:19:36 EDENE - Li Edeneyê ligel dorpêça polîsan jî gel agirê Newrozê vêxistin û Newroz pîroz kirin. Ligel hemû hewldanên Walîtiya Edeneyê û mudaxeleyên polîsan jî gelê Edeneyê agirê Newrozê vêxistin û Newroz pîroz kir. Li ser banga ciwanan a tevlîbûna pîrozbahiyên Newroza li ser riya Karasu ya taxa Dagliogluya navçeya Seyhanê polîsan di saetên serê sibê de qad dorpêç kirin. Ligel dewriyeya polîsan a li kolanên Gulbahçe, Firat û Dagliogluyê jî ciwanan lastik vêxistin û govend gerandin. Gelê li ber agirê Newrozê govend girêdan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin. Gelê rastî êrîşa polîsan hat li kolanek din agirê Newrozê vêxistin. Li aliyê din dorpêça polîsan a li kolana Karasu berdewam dike.