Ji Newrozê Amedê çend nîşe... 2017-03-21 17:28:13 AMED - Bi sed hezaran Amedî ligel hemû astengî û êrîşan herikîn Qada Parka Newrozê û bi coşa herî zêde Newroz pîroz kirin. Gelê Amedê OHAL û qedexe nas nekir û daket qada Newrozê, li dijî kuştin, qedexe, OHAL û hemû zilmê bertek û nerazîbûn xwe anîn ziman û bi yek dengî gotin "Teqez em dê serbikevin." Bi sed hezaran bi hevre li dijî zilma hikûmetê got "Na" û helwesta xwe ya referandumê anî ziman. Li Amedê Newroz bi silogana "Teqez em dê serbikevin" ji aliyê sed hezaran bi coşa herî mezin hat pirozkirin. Li gel hemû astengî û qedexeyan sed hezar herikîn Parka Newrozê û bi slogan, pankart û awazên xwe daxwazên xwe yên li dijî zilma hikûmetê anîn ziman. Newroza ku li gorî sala par tevlêbûn û coş zêdetir bû, peyamên xurt û zelal anîn ziman. Bi sed hezaran girseya beşdarî Newrozê bû peyam dan ku dê di referanduma 16'ê Nisanê de bêjin "Na" Dîsa bi sed hezaran helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewletê anîn ziman û diyar kirin ku we tu carî serê xwe li ber zilmê danînin û dê her dem tebikoşin. Di pîrozbahiya Newroza dîrokî ya Amedê de çend xalên derketin pêş wiha ne: * Bi hezaran welatî ji bo bigêjin Qada Newrozê bi derfetên xwe di saetên serê sibê de bi peya û maşîneyan bi kîlometreyan meşiyan hatin qada Newrozê. * Di saetên serê sibê de ciwanê ku li kolana Evrim Alataş dema xwest derbasî qada Newrozê bibe, polîsan ji pişt ve gule berdayê û ew bi giranî birîndar kirin. Ciwan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Walî li gel ciwan tazî bû jî îdîa kir ku bombeya zindi bû. * Li qadê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Bi vekirina posterê Ocalan re sed hezaran bi yek dengî “Bijî Serok Apo” berz kirin. Ciwanan silogana “Ciwan fedaîyê Apo ne" berz kir. Axaftin bi siloganên "Bijî Serok Apo" hatin qutkirin. * Qad tije bû û ji ber cih nema bi hezaran welatî jî Newroz ji avahiyên derdorê . * Li qadê 20 ton êzîng hatin pêxistin û Gel bi cilên xwe Agirê Newrokê bêtir geştir kir. * Li gel îstasyonên bazê yên GSM anin qadê jî dîsa gelek caran şebeke hatin qutkirin û telefon betal bûn. * Rojnameya Akşamê hêj Newrozê dest pê nekir nûçe derbas kir û diyar kir ku qat vala ye. Li hemberî vê yekê Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir weneyê qade yê sed hezaran kişand û bi riya twitterê belav kir û bersîv da rojnameyê. * Îsal seyarfiroş nexistin qada Newroze. Ji ber veyekê bi sedan seyarfiroş li dervê qatê ketin dorê û dorek dirêj çêbû. * Polîsan li çar nokteyên Qada Newrozê nokteyên kontrolê danîn, lê bi sed hezaran girseyên li nokteyan kom bûn astengiyên polîsan rakir û derbasî qadê bûn. Li gel polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girsê kir jî girse bi siloganan derbasî qadê bûn. * Gel bi alên HDP'ê û flameyên kesk, sor û zer qad neqişandin. Gel li gel lêgerînan ala Kurdistanê xist qadê. * Ciwanên ku xwestin bi cilên leşkerî derbasî qadê bibin rastî astengiya polîsan hatin, lê ciwanan israr kirin û derbasî qadê bûn. * Her çend li qadê baran bariya jî coşa gel kêm nekir. * Ciwan û jinên ku beşdarî Newrozê bûn bi cilên xwe yên heremê û gelêrî bal kişandin ser xwe. * Ji ber Walitiyê heta saet 15.00'an destûr dabû piştî wê komîteya Amedekar Neçar ma ku pîrozbahiyê bidawî bikin. * Dema girse belav bû polisan ciwan kirin hedefa xwe Dema ciwan ji wadê deretin polîsan xwestin ciwanan binçav bikin. Di belav bûnê de sêdeyî 10 kes hatin binçavkirin. Ciwaneki hat binçavkirin milê wî hat şikanin. Ciwanên hain binçavkirin birin Qereqola 5 Nîsanê. * Dema girse belav dibûn maşîna hilbijartinê ya AK Partiyê bi deng li muzîke xist û ev bû sedena berteka welatiyan. Dema girsê bertek nîşan dan polîsan gule avêt hewayê.