Xwediyê mala ku hat şewitandin hat girtin 2016-11-26 08:57:29 WAN - Li navçeya Erdîşê hevserê Hediye Ataman a li mala xwe ji aliyê leşker û polîsan ve hate gulebarankirin û şewitî, jiyana xwe ji dest da, Ahmet Ataman hate girtin. Li taxa Çelebîbag a navçeya Erdîşê ya Wanê Hediye Ataman a li mala xwe ji aliyê leşker û polîsan ve hate gulebarankirin û şewitî, jiyana xwe ji dest da, Ahmet Ataman ê hatibû binçavkirin, ewil li Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê piştre jî li navçeya Kopê ya Mûşê li emniyetê îfadeya wî hat girtin. Ataman ê li vir 7 rojan di bin çavan de ma bi şev anîn Edliyeya Mûşê. Ataman bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin û bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.