Heyeta Ewropayê: Li dijî ferzkirina zextan di Newrozê de bersiv hat dayîn 2017-03-22 09:13:58 AMED - Parlamenterê Katalan Quim Arrufat ê ku bi sedhezaran kesî re tevlî Newroza Amedê bû diyar kir ku riya kurdan a meşiyan dê gav bi Erdogan bide avêtin. Nûnera STK a Zurîchê Maya Hess jî wiha got: “Me di qada Newrozê de dît ku li dijî ferzkirina zextan bersivek baş hat dayîn.” Bajarê Amed ku ji pêvajoyên dîrokî re malovanî dike îsal jî bi çoşek mezin bi tevlîbûna sedhezaran Newroz pîroz kir. Ji 7 heta 70’ê salî tevlî Newrozê bûn, her wiha gelên ji bawerî û neteweyên cuda û heyetên ji Ewropayê jî hatine tevlî bûn. Heyetên ku ji Ewropayê hatin û tevlî Newrozê bûn çavdêrîkirin. Parlamenterê Katalanê Quim Arrufat û Nûnera STK a Zurch Maya Hess ên ku di nava heyete de cih digirin çavdêriyên xwe ji dihaberê re vegotin. 'KURD DÊ GAV BI ERDOGAN BIDIN AVÊTIN’ Parlamentere herêma Katalanê Quim Arrufat, diyar kir ku pîrozbahiyên Newroza Amedê qelebalxi bû û wiha got: “Li gorî Newrozên bere girseyek mezin hebû. Gotin dê mirov bi tirsin û tevlî ne bin. Lê gel bêyî bitirsin tevlî Newrozê bûn û bi çoş û moralek mezin pîroz kirin. Ez destpêkê di sala 2008’an de tevlî Newroza Amedê bûm. Lê Newrozên bere 4 salan min di televîzyonê de temaşe kir. Ligel hemû astengî û teqînên di mîtîngeên din de gel herikî Newrozê û daxwazên xwe anîn ziman. Em dikarin bêjin ku kurdan pêşkeftin jiyaye. Bi vê re di têkoşîna bi hikûmeta Erdogan re hiştiye ku di du salên dawî de paşde gavan bi Erdogan bide avêtin. Sedema gav avêtina wî jî tevlîbûna kurdan bû. Di qada şer de kesekî qezend bike tune ye. Lê di qada aştî û têkoşîna demokrasiye de riya ku kurd meşiyane dê paşdegav bi Erdogan bide avêtin.” 'ANÎNA OCALAN A ROJEVÊ BANDOR LI SER ME KIR’ Nûnera STK a Zurch Maya Hess, da zanîn ku li ser pirsgirêka kurd wan bi gelek nûnerên kurdan re hevdîtin pêk anîne û wiha pêde çû: “Qeyûm bi mehane zextan li welatiyan dikin. Ligel vê jî bi sedhezaran kes tevlî Newrozê bûn û min girseyek baş li qadê dît. 500 hezar kes hatin Newrozê ev tiştekî pir başe. Em gelek jê bandor bûn. Lê me bihîst ku gelek kes hatine astengkirin û nekarîne bikevin qadê. Êdî gel nişanda ku natirsin. Me li qada Newrozê li dijî zextan daxwazên demokratîk ên hatin gotin dît. Gel got ku ew qedexeya danîne nasnakin û dê li dijî hemû zilman li berxwe bidin. Di heman demê de me posterên Birêz Ocalan dîtin. Carekdin anîn rojevê. Anîna Ocalan a rojevê sekneke bandor li ser me kir.” 'JIN LI DIJÎ ZEXT Û ZILMÊ DERKETIN’ Hess anî ziman ku wê tevlîbûna jinan a Newrozê pir baş dîtiye û wiha axivî: “Me têkoşîna jinan a li dijî zext û zilmê dît. Jinên kurd destnîşankirin ku çiqas bihêzin. Ji bo me yek ji bûyerên balkêş tevlîbûna jinan a bihêz bû.”