Ligel qedexeyan Antalya Newroz pîroz kir 2017-03-22 09:38:15 ANTALYA - Gelê Antalya li gel walî qedexe kir û polîsan mudaxale kir jî dîsa Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de polîsan mudaxale kir û 20 kes hatin binçavkirin. Kamiteya Amadekar a Newrozê ji bo 19'ê Adarê serî li Walîtiyê dabû. Walîtiyê jî destûr neda pîrozbahiyê. Ligel ku walî destûr neda û polîsan qad dorpêç kir jî gelê Antalya Newroz pîroz kir. Piştî Komîteya Amadekar a Newrozê înîsiyatif da gel û gel Newroz pîroz kir. Gel li taxa Şelale ya Navçeya Kepezê agirê Newrozê pêxist û Newroz pîroz kir. Gel bi siloganên "Bijî Newroz" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Polîsên ku hatin qada pîrozbahniyê xwestin ku ciwanên li dora agir govende digerînin belav bibin. Ji ber ciwanan pîrozbahî berdewam kir, polîsan bi bombeyên gaze û ava şid mudaxale kir û welatiyan jî bersîv da polîsan. Di bûyerê de polîsan 20 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Halê ya girêdayî Midûriyeta Polisan a Kepezê.