Akça: Gel got 'Hûn nikarin me xelas bikin' 2017-03-22 10:39:54 AMED - Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Rûken Akça, peyama spasiyê ji sed hezaran kesên beşdari Newrozê bûn re şand û got: "Li gel hemû astengîyan gel bi ser ket. Gel got 'Hûn nikarin me tune bikin' û helwesta xwe nîşan da. Duh li Parka Newrozê ya Amedê Newroz ligel hemû astengiyan ji aliyê sedhezaran ve hat pîrozkirin. Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Akça, peyama spasiyê ji sed hezaran kesên beşdari Newrozê bûn re şand û got: "Li gel hemû astengîyan gel bi ser ket. Gel got 'Hûn nikarin me tune bikin' û helwesta xwe nîşan da. Akça, anî ziman ku ligel astengiyên OHAL, qeyûm û polîsan dîsa tevlebûn di asta herî jor de pêk hat. 'DI HEWAYA NEWROZA 2013'AN DE HAT PÎROZKIRIN Akça, anî ziman ku wekî her sal îsal jî Newrozek dîrokî piroz kirin û wiha got: "Amedê disa ji Newrozek dîrokî re malovanî kir. Newroza 2017'an carek din bû dîrok. Gelê Amedê carek din cudahiya xwe nîşan da. Werî Newroza Çareseriya Demokratîk a 2013'an mohra xwe li dîrokê da. Newroza Amedê dîsa peyamên girîng da Tirkiye û cîhanê. ÎNkar û îmhaya li ser gel tê meşandin qebûl nekir û cerek din got hûn nikarin me tune bikin. Bi taybetî piştî 15'ê Tîrmehê li gel hemû astengiyan gel di Newrozê de got "Bes e." Gel dîsa helwest û daxwaza xwe di Newrozê de anî ziman." GEL PEYAMA NA DA Akça, anî ziman ku gel carek din di Newrozê de daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê anî ziman û helwesta xwe ya li dijî refrandmê aşkere kir û got Na. Akça xwest ku her kes guh bide vê peyamê û vê peyama gelê Amedê rast bixwîne û wiha got: "Gel di newrozê de peyama referanduma 16'ê Nîsanê da û got Na. Ji 7 salî heta 70 salî beşdari Newrozê bû