Di doza qetlîama 10’ê Cotmehê de biryarek nû 2017-03-22 10:53:40 ENQERE - 3’yemîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêma Enqereyê derbarê qetlîama 10’ê Cotmehê de biryar da ku derbarê Midûrê Polîsan Kadrî Kartal û peywirdarên cemaweriyê de dê lêkolîn bê destpêkirin. 3’yemîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêma Enqereyê, ji ber qetlîmana 10’ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê biryar da ku ji aliyê walîtiyê ve derbarê Midûrê Polîsan ê Enqereyê yê wê demê Kadrî Kartal, peywirdarên cemaweriê û midûrê siyasî de lêpirsîn bê vekirin. Li gorî nûçeya Kemal Goktaş ê rojnameya Cumhuriyetê, walîtiya Enqereyê ji ber giliyên malbatên bûne mexdûrê teqînê dadgehê biryara nexistina kar rakir û bi vê re riya lêpirsîna peywirdarên cemaweriyê vekir. Biryar hat girtin ku derbarê Kadrî Kartal, midûrên ewlehî û siyasî de ji ber qetlîama Enqereyê lêpirsîn bê vekirin. Ji bo pêşî li darizandina peywirdarên cemaweriyê yên ku di qetlîama 10’ê Cotmehê de kêmaniyan wan hene vebe ji dadgehê biryarek hat. Derbarê îdîayên îxmala peywirdarên cemaweriyê de Yeketiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) li Walîtiya Enqereyê gilî kiribû, lê walîtiyê di 1’ê Mijdara 2016’an de biryara “nexistina kar” dabû. Li ser vê biryarê parêzera TMMOB’ê Nurten Çaglar Yakiş doz hat vekirin û doz bi encam bû. 3’yemîn Daîreya Doza Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêma Enqereyê di biryara xwe de diyar kir ku ji aliyên cuda yên gilîkaran, îdîayên tênkirin, dixwazin bûyer bê lêkolînkirin û bi bîrxist ku hêjî berpirsên komkujiyê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tên darizandin. Dadgehê biryara qebûlkirina îtîrazê, biryara walîtiya Enqereyê ya dosnaya ne xistina ber lêpirsînê rakir, îdîayên kesên ku gilîdar ên derbarê sûcdaan “piştî rapora destpêkê hat lêkolînkirin destûra lêpirsînê bê dayîn” da.