Tirkiye di sansurê re şampiyon e! 2017-03-22 11:30:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rapora Şefafiyê ya ku twitterê weşand Tirkiye di 2016'an de di daxwaza girtina hesaban de li cihanê di rêza yekemîn de ye. Tirkiye ya ku di warê rojnamegerên girtî û binpêkirinên mafan de di rêza yekemîn de ye di qedexeya twitterê de jî di rêza yekemîn de ye. Li gorî Rapora Şefafiyê ya twitterê weşan Tirkiye di serdema duyemîn a 2016'an de di warê daxwaza girtina hesaban de di rêza yekemîn de ye. Li gorî rapora ku di malpera fermî ya twitterê hate weşandin de li Tirkiyeyê girtina 3 hezar û 76 hesaban hatiye xwestin, di rêza duyemîn de bi daxwaza girtina hezar û 334 hesaban Fransa heye. Ji Rûsyayê daxwaza girtina 522 hesaban ji Amerîkayê jî daxwaza girtina 103 hesaban hatiye ragihandin. Daxwazên ku ji Tirkiyeyê hatine kirin ji wan 844 rasaterast ji aliyê dadgehê, 2 hezar û 232 daxwaz jî ji aliyê rayedarên hikûmet û emniyetê ve hatine ragihandin. Li ser daxwaza Tirkiyeyê twitterê 290 hesab girt, 489 peyamên twitterê jî jê bir. Twitterê daxuyand ku têkîldarî hesabên rojnameger û saziyên çapemeniyê li tevahiya cihanê 88 daxwaz hatine ji wan 77 daxwaz ji Tirkiyeyê hatine.Twitterê daxuyand ku ji ber ev yek di çarçoveya azadiya çapemeniyê de nirxandiye di vî mijarê de tiştek nekirine. Ligel vê yekê jî ji hesabên rojnameger û saziyên çapemeniyê 15 tweet jê birine, 14 hesab jî girtine. Hinceta biryarê jî wekî biryarên dadgehê hatin nîşandan. Twitterê daxuyand ku li tevahiya cihanê jî di çarçoveya têkoşîna li dijî terorîzm û radîkalîzmê de 376 hezar û 890 hesab hatine girtin.