Ciwanê di Newrozê de hat kuştin xwendekarê zanîngehê ye 2017-03-22 11:39:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Newroza 21'ê Adarê ya Amedê de polîsan ji pişt ve bi îdîaya 'Bombeya zindî ye' ji pişt ve ciwanek kuşt. Derket holê ku ciwanê hat kuştin xwendekare Zanîngeha Înonu ye û navê wî Kemal Kurkut e. Malbate diyar kir ku kurê wan ne bombeya zindî ye. Di Newroza 21'ê Adarê ya li Amedê de serê sibê ciwanê ku nîv tasî xwest têkeve qada Newrozê rastî astengiya polîsan hat. Piştî niqaşa di navbera ciwan û polîsan de polîsan ji pişt ve gule berda û ew bi giranî birîndar kirin. Ciwan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Waliyê Amedê daxuyanî da ku "Bi şika Bombeya Zindî polîsan mudaxale kiriye û jiyana xwe ji dest daye." Derket holê ku ciwanê hat kuştin xwendekare Zanîngeha Înonu ye û navê wî Kemal Kurkut e û ji bo Newrozê pîroz bike ji Meletiyê hatiye Amedê. Hat zanîn ku Kurkut ku ji Semsûrê ye û li Meletiyê dijî. Malbatê diyar kir ku Kurkut xwendekarê Beşa Hunerên Xweşik ê Zanîngeha Înonu ye. Malbate idîaya walî jî derewand û diyar kir ku kurê wan ne bombeya zindî ye. Malbatê piştî cenaze ji saziya Tipa Edlî wergir dê li navçeya Batalgazîya Meletiyê defin bikin.